NAVENDA NÛÇEYAN –
Dîroka PDK’ê û Mesûd Berzanî dîroka îxanetê ye. PDK û Malbata Berzanî her rojên zor û zihmet de li dijî menfaatên gele Kurd cihên xwe girtine. Îro jî PDK disa Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dijminên kurdan re hevkariyeke qirêj dike. Başur de PDK wek Piyonekî li gel Dewleta Tirk a faşist cihê xwe digre û li Rojavayê Kurdistanê de jî li dijî destkeftiyên kurda hevkariya çeteyan dike.
Herî dawî Mesûd Berzanî serçeteyê ku bi navê Naser El Herîrî yê ku deste wî xwîna Kurdan de heye re hevdîtinek kir û ev kes hembêz kir. Li ser vê li her derê Kurdistanê û derveyê Kurdistanê gelê kurd bertêkên mezin nîşanê Serokê PDK’ê Mesûd Berzanî didin.
Me wek Ajansa Nûçe Ciwan di derheqê vê mijarê de nêrîna gele Kurd ên li her çar parçeyên Kurdîstan û derveyê welat pirsî. Bersiv û nirxandinên gel wek beşa yekemin em ji we re par vedikin.
Dayika Êzidî ya Kurd wiha got:
“Wekî hûn jî dizanin bere çend roja Mesûd Berzaniyê ku ji xwe re dibêje ez Serokê Rêxistinê Kurda me, ez Kurda temsil dikim, careke din şeref û rûmeta xwe firot. Serçeteyê Daîşê ku taybet destê wî li Serêkaniyê li Şengalê li Efrînê xwîna Kurdan de heye û bû tecawîzkar û kujerên jin û zarokên kurd re hevdîtin kir û ew hembêz kir û vê şeklê bêrûmetiya xwe car din nişan da.
Banga me ji bo hemû ciwaka Kurd, Jin û keçen Kurd û bi taybet jî dayîkên Pêşmergeyan re ev e:
Werin em bi hev re hemberî îxanetê derkevin û li hemberî însanên ku rûmeta xwe difroşin derkevin û nerazîbûnê xwe nişan bidin.
Em car din Berzanî şermezar dikin û dibêjin ku heta ku insanên bê rûmet din nav me de hebin emê li dijî wan tekoşîn bikin.”
Dayika bi navê Berîvan Karakoyun jî wiha got:
Dîsa em bêjin kî neyartîya gelê Kûrd bike Mesûd Berzanî he rtim dostê wan û hevalên waye. Mesûd Berzanî ev ji xwe re kirîye wekî kareki. Em mêzedikin yen kû destê xwe dikin xwîna gelê Kûrd bi wan re dicive. Mînaka wê yan herî berbiçav bi Serokê çeteyên ÖSO’yê re dicive. Di dirokê de jî bi DAİŞ’re li hev rûniştîye û li ser bajarên Afrîn, Kobanê û li ser tevahî Rojavaye Kûrdistan’ê polîtîkayên qirêj daye meşandin. Dema ku em mêzedikin her roj bi Nêyaren Kûrda re dirûnê. Ev ji alîyên Kûrda, alîyen dosta û ji alîyên xêrxwazan ve nayê qebûlkirin.
Em bangawazî dikin kû êdî bila Mesûd Barzanî ji van xetayên dirokî paş gav bavêje û were ser rêya rast. Ew kesê ku Mêsûd bi pêre hevdîtin kirîye ”Hariri” destê wî di xwîna Ş. Hevrîn Xelef’de heye. Em vê komkûjîya kû hatîye serê Serokê Partîya Pêşerjê û 4 hevalên wê em jibîr nakin. Ez wekî jinekî Kûrd bang dikim li Mesûd Barzanî ev tiştên kû li Garê diqewime qet nayê xewna wî, qet Gelê Kûrd nafikire, nabêje ku pêşêroja Kûrda wê çawabe! Em lê mêzebikin Serokê Gelê Kûrd Abdullah Öcalan bangawazî lê kir û got, werin bila birakûjî ji holê rabe û bila netawa Kûrd bila yekbe. Lê belê mixabin Barzani dîsa çû cem dijmin û xwîn xwarên Kûrda. Ev tê çi wateyê: ev tê wateya bêwijdanî, bê exlaqî dij mirovahî û dij Demokrasîyê ye. Ji ber vê yekê bang dikin bila hişê xwe bîne serê xwe, îro xilasbûna gelê Kûrd di artêşbîyina PKK’de ye, di fikir û ramanên Serok Apo’de ye.
Em bang dikin êdî bese ji te re Mesud Barzanî! Ji xwe re rûpelekî nû veke û destê xwe bide destê gelê xwe, bi hevre bimeşin, azadî û xwêşîye bînin. Eger Mesûd van tişta pêk neyne mirov nikare beje ew mirove, û mirovêki bi exlaqê. Wê sibê nevîyên Mesûd rabin û bi qirika wî bigrin û bêjin te ji bo gelê Kûrd çi kir û wê hesap bipirsin. Em dibêjin tû serokê partiyekiyî seroktîya xwe bizanibe! Malbata Mesûd ew karkerên kû ji bo kû mafê xwe, keda xwe bistîne serî rakirin dane ber gûleyan û bi dehan mirov şehîd xistin. Mirovêkî gelê xwe bide ber gûleyan; em dibêjin tû ne mirovî ne jî Serokî. Ji ber vê yekê banga me li hemû partîyên Başûr ewe ku li cem Mesûd cîh negirin. Yên kû li cem Mesûd cîh digire ew jî hevkarên vê xîyanet û komkûjîyê ye. Teqez mifta aşitîyê, azadîyê di deste Serok Abdullah Ocalan de ye. Di destê serokê Rojhilata Navîn’de ye. Ji ber kû Serokatî mafê hemû mirovatîyê dipareze. Ji ber ku buye serokekî gerdûnî. Ji ber vê yekê hemû gel azadîya Serokatî dixwazin. Ji ber Serok APO buye serokekî gerdûni hemû dewlet li diji Serok APO tekoşîn dikin. Heger Serokati û artêşa PKK tuneba tu kesî Mesûd Barzanî guhdar nedikir. Bila malbata Berzani bizanîbe heger ew neyên rêya rast dîrok wan efû nake,Gelê Kûrd wan efû nakê…