HELEB – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komîteya Parastina Yekîtiya Jinên Ciwan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewreya perwerdehiya leşkerî ya 10 rojan vekirin.
Dewreya leşkerî îro bi dersa Sîlah vekirin û girtinê ve dest pê kir. Perwerde dê 10 rojan serê sibê saet 8:00 dest pê bike. Ciwan û jinên ciwan eleqeyek mezin nîşanî dewreya perwerdehiyê ya ku endamên Komîteya Parastinê tê de dan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komîteya Parastina Yekîtiya Jinên Ciwan bal kişandin ser pêwîstiya xweparastinê û destnîşan kirin ku ji bo hemû ciwan û jinên ciwan pêdivî ye ku li her qada ku lê ne, bi qasî nan û avê xweparastina xwe pêşve bibin.