NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Komalên Jinên Ciwan Berîvan Cizîr derbarê tecrîda ku faşîzma akp-mhp li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ferz dike, ji ajans me re nirxand. Berîvan Cizîr di destpêka axaftina xwe de soza azadiya fîzîkî a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan da û got: “Em wek fedayiyên Rêber APO me pêngava ‘Dema Azadiyê ye’ daye destpê kirin, da ku em sala 2021’an bikin sala azadiya Rêberê xwe. Felsefe û îdeolojiya Rêber APO em jinûve afirand. Rêberê me di pêşengtiya Gelê Kurd de têkoşîna ku pêşxistiye li tevahî cihanê û li ser tevahî gelên cihanê bandora xwe kiriye. Îro ji Efrîka, heta Îngîltere li her deverê cihanê xwedî derketina li Rêbertî pêk tê. Ev jî nîşaneya hêviyê ye, pêwiste em jî li vê hêviyê xwedî derkevin.”
‘GER EM BI NASNAMEYA JINÊN CIWAN XWE DIDIN NASÎN, EV BI SAYA SEROKATÎ YE’
Endama Komalên Jinên Ciwan Berîvan Cizîr di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola giring a ciwan û jinên ciwan û bi wan nirxandinan kir: “Taybet em ciwan û Jinên Ciwan pêwistin bi çalakiyên xwe xwedî derketinê pêk bînin. Yên ku dê pêvajoyê biguherînin ciwan û jinên ciwan in. Ji ber Rêbertiya me gotibû ‘Me bi ciwantî destpê kir, em bi ciwantî biserkervin’, û di ciwantiya xwe destpê kiribû. Bi vê zanebûne pêwiste em biheriqin nava pêvajoyê. Divê êdî ciwan xwe berpirsyar bibînin. Ji ber yê nasnameyê bi ciwanan da qezenckirin Rêbertî bû, dîsa ji bo jinê jî ev wusa ye. Rêbertî bi ciwan û jinan nasnameyê da qezenc kirin. Ger em bi nasnameya Jinên Ciwan xwe didin nasîn, ew dem pêwiste em erkên xwe bînin cih. Bi vî awayî ku em xwe berpirsyar bibin, bi çalakiyên xwe û bi vala derxistina polîtîkayên dijmin em dikarin ji pêvajoyê re bibin bersiv. Ge rem bi vî awayî ji pêvajoyê re bibin bersiv, em dikarin ew dem azadiya fîzîkî a Rêberê xwe pêk bînin.
‘DIVÊ EM HEMÛ SAZÎ Û AVAHIYÊN DIJMIN BIXIN ARMANCA ÇALAKIYÊN XWE’
Endama KJC Berîvan Cizîr da diyarkirin ku pêwiste di serî de Ciwanên Kurd û Ciwanên Şoreşger li dijî tevahî sazî û avahiyên dewleta tirk a dagirker ku navendên Şerê Taybet yê, helwest raber bike û bixe armanca çalakiyên xwe. Berîvan Cizîr bi wan gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Divê Ciwanên Kurd nesekînin. Pêwiste li tevahî bajaran bikeve nava tevgerê. Divê li dijî tevahî sazî û avahiyên dijmin helwesta xwe raber bikin. Dijmin hertim xwe di nava wan sazî û avahiyan de birêxistin dike û polîtîkayên êrîşê li ser Gelê me pêk tine. Ji ber vê divê em xwe birêxistin bikin û li dijî wan sazî û avahiyên dijmin derkevin û bibin bersiv. Ciwan divê bi vî rihê biheriqe nava çalakiyan. Di sala 2021’an pêwiste ciwan û jinên ciwan bênavber li kolanan bin. Li hemû bajaran divê ciwan û jinên ciwan li Rêbertî xwedî derkevin. Ger em bi vê çarçoveyê de nêz bibin, em ê bikarin disa Komplo vala derxînin, û em ê azadiya fîzîkî a Rêberê xwe pêk bînin.”