STENBOL – Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Newroz Ûysal ên ku parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan in derbarê îddîayên li ser medyaya dîjîtal îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dan. Parêzeran ji bo hevdîtina bi malbat û parêzeran serî li van saziyan dan û xwestin daxwaza wan bi lez were qebûlkirin.
Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku di 3’ê Adara 2020’an de piştî hevdîtina bi malbatê di 27’ê Nîsana 2020’an de bi birayê xwe re hevdîtina bi telefonê kiriye. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku ji wê demê heta niha ji bo têkilî û hevdîtinê tu destûr nehatiye dayîn û hate gotin, “Hemû serlêdanên me bi hincetan hatine redkirin û an jî bêbersiv hatine hiştin. Bi vî awayî jî pêşiya encamê hatiye girtin”
Di serlêdanê de hate ragihandin, ku di nava şert û mercên şewbê de jî ku gefê li jiyana mirovan dixwe, bi kêmanî destûr ji bo pêwendiyê nehatiye dayin û hate gotin, “Şert û mercên girtîgehê, tecrîda hovane û şert û mercên girtîmayina demdirêj a muwekîlê me, binpêrkirina qedexeya êşkenceyê ye. Tevî ku di raporên CPT’ê de têkildarî vê yekê tespît û pêşniyarên ji bo sererastkirinê hatine kirin jî gaveke erênî nehatiye avêtin.”
Di serlêdanê de ji bo parvekirinên li medya dîjîtal ên li ser muwekîlên wan wiha hate gotin, “Herî dawî di 14’ê Adara 2021’ê de li ser hin malperê nûçeyan ên înternetê û hesabên medya dîjîtal, têkildarî yekparetiya bedenê û jiyana muwekîlê me, hin îdîayên cidî hatin kirin. Bêguman sedema weşandina nûçeyên bi vî rengî şert û mercên tecrîdê ye. Lê belê ev îdîaya herî dawî em û malbat xistiye nava fikarên cidî û mezin. Lewma em dixwazin yekser û tavilê hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku derfetên hevdîtina malbatê û parêzeran a bi muwekîlê me re bê afirandin û ev daxwaza me ya serdanê bê qebûlkirin.”