NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan destnîşan kir ku îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çavkaniyên xwe tecrîda girankirî digre û bang li hemû ciwanan kir da ku her qadê bike qada çalakî û serhildanan.
Befirehiya daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan wiha ye:
“Divê bê zanîn ku Serok APO xeta Gelê Kurd a sor e. Taybet wek Ciwanan em diyar dikin ku agahiyên ku li ser çapemeniya tc a faşîst belav bûne dive demildest bê zelalkirin. Agahiyên ku derheqê Rêberê Gelan de digerin çavkaniyên xwe tecrîda girankirî ye. Em hebûna xwe di hebûna Rêber Apo de dibînin. Ji ber vê jî ji niha zutir gere ev tecrîd were şikanndin û azadiya Rêber APO ya fîzîkî misoger bibe.
‘HER CUREYÊ HELWESTAN REWA YE!’
Ji bilî vê her qad wê bibe qada çalakî û serhildanan û di her rewşeke cuda de dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê berpirsyar in. Dema mijar Rêber APO be, hebuna me mijara gotinêye û ji ber vê jî her curê helwest rewa ye! Weke ciwanên Rêber APO derveyî Rêber APO tu kes nikare me bide sekinandin. Hetanî azadiya fîzîkî ya Rêber APO neye misoger kirin, jiyan ji mere û ji her kesê re jî herm e!
Ji ber vê dive demildest malbat û parêzerên Rêber APO biçin Îmraliyê û şert û mercên hevdîtinê bên avakirin. Banga me li tevahî ciwanan e her qadê bikin qadê serhildanê û têkoşîna destxistina azadiya fîzîkî ya Rêber APO.”