BERN –
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li Bahnofplatz a paytexta Swîsre Bernê daketin qadan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û pankarta ‘Azadiya Ocalan, azadiya mirovahiyê ye’ hildan, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Çalakiya ku di çarçoveya tevgera “Rawestandina Tecrîdê, Faşîzm, Dagirkirinê – Bi Hev Re Serhildan” re hat kirin û bi “banga acîl” re di saet 17.30’an de li ber stasyona trenê ya navendî ya Bernê dest pê kir.
Çalakiya ku pankarta bi Kurdî, Tirkî û Almanî ku “Azadiya Ocalan azadiya hemû mirovahiyê ye” nivîsandî, bi hinceta qedexeyên koronavîrusê bi beşdariyek bi sînor hate organîzekirin.
Çalakiya ku bi qasî 40 deqeya dom kir, bi axaftin û merşan bi dawî bû.