NAVENDA NÛÇEYAN –
DGH Û DGK-H li ser nûçeyên derheqê Rêberê Gelan de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Daxuyanî wiha ye:
“Wek DGH û DGK-H’ê ji ciwanên Kurdistanê re bangawaziya me ya lezgîne:
Bi ruhê Tola Sor ve em li derdorê Rêbertî xeleqek ku bi agir ava bikin. Heta ku azadiya Rêber Apo pêk hat em jiyanê dijmin re bikin dojeh.
Ji bo me sedema hebûnê Rêbertiya me ye. Zirareke ku bigihêje neynoka Rêberê me ji bo me sedema hilweşandina cihanê ye. Bila hemû cihan bizanîbe ku nêzikatiyeke şaş ya herî bicûk ya li hember Rêbertî dê bedela wî pir giran be.
Di vê saetê şun de her kêliya ku em agahî li Rêberê xwe negrin ev ji bo me sedema şewat û hilweşandina her tiştî ye. Divê hemû ciwanên Kurd bi hesasiyet û berpirsiyariyeke mezin ve her cihê ku leye vegerîne qada çalaki û serhildanê û her der veguhşre dojehê. Heta ku agahî li Serokê me neye girtin divê tu kes li cihê xwe de nesekine û mafê jiyaneke mezin tu kesî re neye dayîn.
Ji ber vê bangawaziya me ji bo hemû ciwanên Kurdistanê re ewe ku bila her kes bikeve di nava çalakiyên her cur û bê dem.”