NAVENDA NÛÇEYAN –
Daxuyaniya Înîsîyatîfa Gel a Kurdistanê wisa ye:
“Di 15’ê Adarê de li ser medyaya dîjîtal nûçeyên derbarê tendirustiya Rêber Apo hatine belavkirin. Bi rêya trolên medyayê yên desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ev gotin hatine belavkirin û ev jî nêt û armanca mêtingeriya qirker eşkere dike.
Siyaseta qirker jî baş dizane ku tendirustî û ewlehiya Rêber Apo yek ji xala sereke ya gelê Kurd e.
Em gel nikarin li hemberî geşedanên derbarê Rêber Apo bêdeng bimînin.Bêyî ku me lê binihêrin ev nûçeyên li ser Rêber Apo derew an jî rast e, divê em bersiva pêwist bidin êrîşên mêtinger.
Di sala 23’emîn a komployê de bi van daxuyaniyên li ser Rêber Apo dixwazin berteka jin û ciwanên Kurdistanê û yên gelê Kurd bipîvin.
Deynê stûyê me ye ku ji bi tendirustî, ewlehî û jiyana Rêber Apo em vê bertekê nîşan bidin. Rêber Apo nûnerê hebûn û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Ew avakarê hebûna me û pîvana azadiya me ye.
Heta ku hevdîtin bi Rêber Apo were û ew bi xwe daxuyaniyê bide, divê baş were zanîn ku wê gelê Kurd li dijî faşîzma AKP û MHP’ê li her qadê bersivê bide.
Bi şîara ‘Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne’ metrepolên Tirkiyeyê di serî de, em xeleqeke ji agir çêbikin û êrîşên li ser Rêber Apo pûç bikin.
Em bang li gelê xwe, ciwanan û jinan dikin ku bi ruhê serkeftina Garê li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bila çalakiyan bikin.
Gelê me gelê Newrozê ye. Em bi ruhê vejîn û berxwedanê yê Newrozê bersivê bidin êrîşên li ser Rêber Apo û dijminên xwe biqehirînin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîni