TEBQA – Li bajarê Tebqayê ji hêla Komîteya Azadiya Rêber APO ve meşek girseyî hatî organîze kirin. Vê sibehê bi beşdariya ciwan, jinên ciwan, saziyên sivîl û leşkerî û hemû beşên civakê pêk hat. Meş ji bo ku rewşa tenduristiyê ya serokatî tavilê were eşkere kirin.
Meş li pêşiya Çerxerêya Saetê dest pê kir. Wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate hilgirtin û bê navber dîrûşmeyên silavkirina Rêber APO û biratiya gelan hatin berzkirin. Pankartên ku bêdengiya navneteweyî şermezar dikin hatin hilgirtin û bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û li tawan û komkujiyên dagirkeriya Tirk li dijî sivîlan mêze bikin.