STUTTGART – Li ser banga çalakvanên TCŞ û Teko-JIN, Kurdistanî û dostên wan ên ku li Kobanêplatz hatin cem hev, ji bo ku bi Rêberê Gelan re bilez hevdîtinek pêk bînin çalakiyek li dar xistin.
Li ser banga KCDK-E û TJK-E ya ku bênavber, TCŞ û Teko-JIN qad tijî kirin. Ciwanan alên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi nivîsandina “Dema Wê Hat, Rêber Apo re Azadî” bi Almanî nivîsandî hildan. Di çalakiyê de timûtim dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Îmrali” û “Be Serok Jiyan Nabe” hatin qîrîn.