NAVENDA NÛÇEYAN –
Kendal CÛDÎ nivîsand
Çi qasî lihevkirina Kurdî-Kurdî li Rojava zû pêk bê, wê pêşiya mayîndekirina herêmên dagirkirî ew qasî zû were girtin. Êşa şêniyên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî jî wê bi dawî bibe.
Piştî du rojên din 18`ê Adara 2021`an salvegera sêyemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bermahiyên DAIŞ û El-Qaîdeyê ye; ev çete xwe di bin nave “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” de bi rêxistin dikin. Dibe ku gotina 3 salên dagirkeriyê hêsan be, lê di nava van salan de Efrîna bihûşt, veguherî dojeheke li ser rûyê erdê. Li Efrînê, jenosîdeke bi zanebûn ji aliyê dewleta Tirk û nexasim rejîma AKP-MHP`ê ve li dijî xelkê Efrînê, xweza û şaristaniya wê pêk tê.
Li Efrînê û piştre Serêkaniyê û Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve sala 2019`an hatin dagirkirin, rojane kuştin, revandin, tecawizkirin, talankirin û wêrankirina şûnwaran û xerabkirina xwezayê û perestgehên Êzîdiyan, pêk tê. Li gorî navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê tenê li Efrînê çarenûsa 4 hezar sivîlên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine revandin, ne diyar e.
Bê guman di serî de Rûsya, Emerîka, Îran, rejîm û Yekitiya Ewrûpayê û saziyên mafên mirovan para xwe ji van sûcên şer ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne, digirin. Bêdengiya wan û gelek caran bi erêkirina Rûsya, Îran û Emerîka, AKP-MHP`ê ku çanda xwe ya qirkirina gelan zêhniyeta Îttîhad û Teraqqî girtiye, komkujiyan pêk tîne.
Piştî 3 salên dagirkeriyê û qirkirinê, gelo dewleta Tirk wê bi çi stratejiyê dagirkeriya xwe mayînde û rewa bike? Nexasim piştî ku sûcên leşker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin, hêdî hêdî eşkere dibin. Herî dawî Parlamena Ewrûpayê di 12`ê Adarê de, dewleta Tirk bi pêkanîna binpêkirinan li Sûriyê tawanbar kir. Beriya 6 mehan jî, Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rewşên qetilkirin, revandin, destdanîna ser milkên welatiyan û koçberkirina bi darê zorê, belge kirine.
Dîrok ji me re dibêje; “Tiştên bi şer têne bidestxistin, bi şer nayên parastin.” Li ser vî esasî, dewleta Tirk tê gihişt, bi rêbaza xwe ya qirkirina eşkere ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, nikare hebûna xwe mayînde bike. Ji ber ku êdî ne Îtîlafa Nîştimanî ya Sûriyê ya sîwana komên tundraw û ne jî dewleta Tirk, rewabûna xwe li ser asta herêmî û cîhanî maye. Her du jî di nava qeyranekê de ne û nikarin hebûna xwe li herêmên dagirkirî bi heman rêbazan dewam bikin. Lewra, stratejiya qirkirina “nerm û hêdî hêdî”, bi kar tînin. Mixabin, dewleta Tirk Kurdan ji bo vê yekê bi kar tîne.
Bi guhertina rêveberiya Emerîkayê re û piştî ku dewleta Tirk tam fêm kir û bawer kir ku êdî wekî rejîma heyî ya Tirkiyê wê nikaribe tewîzan ji DYE`yê bigire, dest bi guhertina stratejiya xwe ya nû kir.
Lewra dewleta Tirk ji bo ku sûcên li herêmên dagirkirî pêk tîne, veşêre û ji raya giştî ya cîhanê re bêje, ew van sûcan pêk nayîne, dixwaze meclisên herêmî di bin navê “Kurdî” de li wan herêmên dagirkirî bi taybet ava bike. Ji bo ku vê yekê pêk bîne, dewleta Tirk şandeya xwe ya bi navê Îtîlafa Sûriyê tevî serekçeteyê wê Nesir El-Herîrî û cîgirê wî yê qaşo Kurd Ebdil Hekîm Beşar di destpêka Adarê de şandin cem PDK`ê. Bi awayekî giştî jî mirov dikare 2 armancên sereke yên vê serdanê destnîşan bike:
1) Piştgirîgirtina ji PDK`ê ji bo avakirina meclisên herêmî yên ku qaşo Kurd jî di bi navê ENKS`ê de tê de bin.
2) Têkbirina diyalogên Kurdî-Kurdî ku niha li Rojavayê Kurdistanê di navbera ENKS û PYNK`ê de têne kirin. Jixwe, serçeteyê Îtîlafê bi awayekî eşkere got heta niha ti pêşketin di diyalogan de çênebûne û bi vê yekê jî kêfxweşiya xwe anî ziman.
Her çi qas Bakurê Sûriyê heta Helebê di nava Misaqî Millî de ye, lê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo dewleta Tirk a dagirker stratejîk in, ji ber ku naxwaze ku Kurd li ser axa xwe bimînin û dixwaze hebûna Kurdan qir bike û nehêle projeya Kurdan a Rêveberiya Xweser dewam bike.
Dewleta Tirk dizane bi tena serê xwe nikare vê lîstikê jî temam bike. Tevî ku dewletên Qeter, Rûsya û rejîm destekê bidin jî, ji ber ku nasnameya herêmê Kurdî ye û wê xeta berxwedanê her hebe. Lewra ji bo van pîlanên xwe hêsanî pêk bîne mixabin, bi destê Kurdan dixwaze dagirkirin û qirkirina Kurdan pêk bîne. Gelo ENKS û piştgira wan PDK jî bi vê lîstikê dizanin!
Çi qasî lihevkirina Kurdî-Kurdî li Rojava zû pêk bê, wê pêşiya mayîndekirina herêmên dagirkirî ew qasî zû were girtin. Êşa şêniyên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî jî wê bi dawî bibe.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA