NAVENDA NÛÇEYAN –
Li Berlîna paytexta Elmanyayê ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst bi banga TCŞ û TekoJIN’ê çalakiyek lidar xistin.
Ciwanan di çalakiya li Alexanderplatzê lidar xistîn de, gotin “Em jiyana bê Rêber Apo qebûl nakin, em ê çalakiyên bê navber bidomîn in. Heta ku em agahiyek ji Rêbertiya xwe digrîn em ê li qadan bin.”
Şaredarê Berê yê Agiriyê Huseyîn Yilmaz di çalakiyê de, di kesayeta Rêberê Gelê Kurd de hemû girtiyên siyasî silav kir û bal kişand li ser girtiyên di greva birçîbûnê de.
Yilmaz bertek nîşanî xistina wekîltiya parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû jî da.
Çalakî piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgart a Elmanyayê jî Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), ji bo agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigrin çalakiyek lidar xistin.
Kurdistanî bi banga TekoJIN û TCŞ’ê seat 18:00’an li Schlossplatzê hatin gelhev.
Di çalakiya ku al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên derbarê Ocalan hatîn hilgirtin de, li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û bi Elmanî “Bijî Ocalan” hatin bezkirin.
Çalakî bi banga çalakiyên bê navber bi dawî bû.
LI EVRY ÇALAKIYA BÊ ÎTIATIYA SIVÎL
iwanên Kurd li banliyoya Evry a Parîsa paytexta Fransayê, ji bo malbat û parêzer bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin çalakî hate lidarxistin.
Kurdistaniyên li banliyoya Evryiyê hatîn gelhev, rêya Natîonal 7 aû Nîveaû li trafîgê girtin. Ciwanan gotin, “Rêber Apo wê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û azad bibe. Ciwanên Kurd heta ev daxwaz pêk tê wê li qadan bin.”
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.