NAVENDA NÛÇEYAN – Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya Newrozê peyamek weşand. KONGRA-GEL di peyama xwe ya Newrozê de bal kişand ser gefên li ser rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku Newroza îsal wê bibe derfeteke mezin ku gelê Kurd deriyên Îmraliyê veke.
Peyama KONGRA-GEL wiha ye:
“Em bi wesîla Newroza îsal di serî de Heval Mazlum Dogan, Sema, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û şehîdên Newrozê hemûyan bi rêzgirtin bi bîr tînin û soza xwe ya pêkanîna armancên wan dubare dikin.
Gelên Kurdistanê Newroza îsal bi coşa serketina Garê pêşwazî dike. Dewleta Tirk neyarê sereke yê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Li Heftenîn û li Garê derbên mezin xwar û konsepta wê ya şerê teknîkê ji aliyê gerîla ve hate têkbirin.
Desthilatdariya faşîst AKP-MHP’ê ji ber ku bi konsepta şerê teknîk li hemberî HPG’ê encam negirtin, niha jî bi nûçeyên derbarê jiyana Rêber Apo gefên xwe li gelên Kurdistanê û Tevgera Azadiyê dike.
Ji ber vê yekê ji bo gelên Kurdistanê, Newroz pêwîst e bibe wesîla bersiva gefên faşîzma dewleta Tirk. Rêber Apo Kurdên azad û gelên Kurdistanê wekî ‘gelê Newrozê’ bi nav kir. Ji ber vê yekê jî pêwîst e gelên Kurdistanê ji her demê bêhtir bi tevlêbûneke girseyî, hezkirin û girêdana xwe ji Rêber Apo re diyar bike û bi vî awayî mesaja xwe bide hemû aliyan. Ji ber vê yekê jî bi taybetî di vê pêvajoyê de tevlêbûn û pîrozbahiyên Newrozê pir girîng e.
Rêber Apo xeta sor a gelê me û Tevgera me ye, ji bo me mijara hebûn û nebûnê ye. Ji bo ku malbat û parêzer yekser Rêber Apo bibînin û agahdariyeke rast bidin gelê me, pêwîst e zexta raya giştî bi hêz be û ev hêz bikaribe derê Îmraliyê veke. Ji ber vê yekê jî pîrozbahiyên Newrozê ji bo gel û dostên me derfeteke mezin e.
Pîrozbahiyên Newrozê di heman demê de li welat û derveyî welat wê bibe wesîla bilindkirina pêngava ‘Dema Azadiyê’. Em gelên Kurdistanê bi hemû awayî deyndarên Rêber Apo ne. Di şexsiyeta Rêber Apo de tecrîd û êşkence li ser gelên Kurdistanê tê meşandinê. Bi hemla ‘Dema Azadiyê’, em vê zulmê re dibêjin êdî bes e.
Pergala faşîst a 100 salan a dewleta Tirk, ji ber berxwedana Rêber Apo û Tevgera Azadiyê û ya gelê me, di nav qeyraneke pir mezin de ye. Neçariya xwe ya li hemberî HPG’ê, dixwaze bi êrişên li ser gel û HDP’ê veşêre. Lê belê dewleta Tirk êdî her çi bike nikare têkçûna pergala faşîzma xwe bide sekinandinê. Ev dem, êdî dema têkçûna faşîzmê ye, dema azadiya Rêber Apo û gelên Kurdistanê ye. Encamên têkçûna pergala faşîst a dewleta Tirk, ji bo hemû parçeyên Kurdistanê çareserî û ji bo gelên herêmê jî deriyê demokrasiyê vedike.
Li ser vê bingehê em têkoşîna gelê xwe bi dil û can silav dikin, car din Newroza gelên Kurdistanê pîroz dikin, ji bo gelê xwe serketinên mezin dixwazin.”