CENEVRE –
Ciwanan saet di 11.’an de li SRF Tv’yê ya li Cenevreyê dest bi çalakiyê kirin. Ciwan bi posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketin avahiya televîzyonê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bi sloganên Fransî û Kurdî berz kirin.
Ciwanan bi rayedarên saziyê civînek kirin. Ciwanan di civînê de derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelan Ocalan, îddîayên li ser jiyana Ocalan dosyeyek pêşkêş kirin.
Ciwanan xwestin bila ev kanal ji bo Ocalan bernameyekê çêbikin. Rayedarê kanalê vê daxwaza ciwanan qebûl kirin û soz dan ku wê di nava çend rojan de bernameyekê çêbikin.
Ciwan bi sloganan ji avahiyê derketin, li ber avahiyê jî çalakiya we domandin.