EFRÎN – Hêzên Rizgariya Efîrnê (HRE) bi boneya salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, li hemberî dagirkerên li Efrînê rêzeçalakî li dar xistin.
HRE`yê diyar kir ku 17`ê Adarê di şerê di navbera yekîneyên wan û artêşa dagirker de, 2 şervanên wan dîl ketine destê dijmin, her wiha şervana wan Rûken Zerdeşt ji bo ku dîl nekeve destê dijim bombeya xwe di xwe de teqandiye û gihaştiye astê şehadetê.
HRE`yê têkildarî rêzeçalakiyên hêzên xwe, ev agahî parve kirin.
“14`ê Adarê, li taxa Eşrefiyê a bajarê Efrinê li hemberî koma çeteyên dagirker a bi navê Sultan Murad çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de erebeyek hat rûxandin.
16`ê Adarê, li herêma Efrînê li hemberî çepereke çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û hejmareke din birîndar bû. Derbarê hêjmara birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Di heman rojê de, li bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê hêzên me li hemberî benda kontrolê ya çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama wê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 5 çete jî brîndar bûn. Her wiha erebeyeke çeteyan hat rûxandin. 17`ê Adarê, di navbera leşkerên dagirker û yekîneyê me de şerekî dijwar qewimî. Di vê şerî de 2 hevalên me dîl hatin girtin, hevala me Rûken Zerdeşt jî di şer de birîndar bû û ji bo ku dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe di xwe de teqand û gihaşt asta şehadetê.
17`ê Adarê, li taxa Mahmûdiyê a bajarê Efrînê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete birîndar bûn.
18`ê Adarê, li herêma Efrînê hêzên me li hemberî baregehek artêşa dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Rêhevala me Rûken Zerdeşt di nav malbatek Êzidî de mezin bû. Bi çand û rihekî welatparêz kesayeta xwe avakir û hêrsa xwe ya li hember dijminê dagirker her roj geştir kir. Rêheval Rûken ku yekem şehîda yekîneyên Şehîd Avêsta ye, di kesayeta xwe de xeta azadiya jinê esas girt û bû şopdara Avêstayan. Rêheval Rûken di salvegera sêyemîn a dagirkirina Efrînê de car din îspat kir ku jiyana azad wê bi têkoşîn û berxwedana rûmetê mezin bibe û ji bo vê yekê di xeta şerê gel ê şoreşgerî de çi pêwîst bike wê were kirin. Çawa ku di Berxwedana Serdemê de sekna YPJ`ê di kesayeta Avêstayan de li tevahî cîhanê hat belavkirin, îro jî di kesayeta rêheval Rûken de bi şopdariya ramanên Karker û Avêstayan carek din diyar bû ku vîna mezin ya azadiyê wê dagirkeran bin bixe.
Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye: