NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Kurd ên li bajarê Maînzê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevdîtin li gel bê kirin, çalakiyek kirin.
Her wiha ciwanan di çalakiyê de biryara girtina der hiqûqî ya li ser HDP’ê jî protesto kirin.
Eylem sloganlarla sona erdirdi.
HAMBÛRG
Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Hambûrg-Wînsen-Lûch li dijî îdîayên têkildarî rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd ên li ser tevnên dijîtal belav bûne, meşiyan.
Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê TCŞ’ê û eniyên antî-faşîst ên Wnsen-Lûchê axaftin hatin kirin.
Li ser rênedana dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ciwanan jî bi dirûşmên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî PKK’ û ‘Bijî Piştevaniya Şoreşger’ qîrandin û nerazîbûn nîşanî polîsan da.
Piştî meşê li stasyona trenê ya navendê mîtîngek hate kirin û bang hate kirin ku heta Ocalan azad nebe wê çalakî bidomin.