NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Ekîn Wan û Şehîd Rêber Wartoyê ragihandin ku li 7 bajaran li dijî nîjatperestên AKP-MHP’yî û hevkarên wan çalakî kirin.
WAN
Yekîneyan ragihandin ku 1’ê Adarê li Artemêtanê ya Wanê li dijî namzetên polîsan ku li Hêwana Sporê ya Siphanê perwerde dibûn bi teqemeniya bi dest çêkirî çalakî kirine, her wiha 15’ê Adarê li hala fêkî wesayita polîsên Tirk a Dacîa Duster, li taxa Erekê jî du wesayitên şîrketa belavkirina elektrîkê şewitandin.
BEDLÎS Û ÊLIH
Bi berdewamî hate diyarkirin 12’ê Adarê li Rahwa ya Bedlîsê li mekîneya kar a rêya bejahiyê dane, 13’ê Adarê li taxa Hîlanê ya Êlihê li dijî wesayita Fort Conned a polîsan bi çekên şexsî û bombeyên destan çêkirî çalakî hatiye kirin, 2 polîsên Tirk birîndar bûne, 14’ê Adarê jî li Hezoyê yaÊlihê li dijî cihê kontrolê çalakiya sabotajê hatiye kirin, piştre bi bombeyan destan çêkirî li çalakî hatiye kirin û leşkerên Tirk cihê kontrolê berdane, reviyane.
STENBOL, MANÎSA, KONYA, KAYSERÎ
Yekîneyên Tolhildanê ragihandin ku li Sultanbeyî ya Stenbolê otoparka Yekîemîn a faşîstên Tirk, 14’ê mehê li Arnavûtkoyê 2 noker hatine cezakirin, 16’ê Adarê jî li Kirkagaç a Manîsayê 4 wesayit hatine şewitandin, 17’ê mehê jî pankarteke bombekirî hatiye daleqandin. Derheqê çalakiya li Konyayê jî hate ragihandin 14’ê Adarê li Cîhanbeyî pankarteke bi mijara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye daleqandin.
Herî dawî hate ragihandin 16’ê Adarê li Kocasînanê ya Kayserî li ser kargehên faşîstan navê PKK’ê hatiye nivîsîn.