FRANKFURT –
Pîrozbahî bi pêşengiya YXK, JXK, FCDK-KAWA û TJK-E hate kirin.
Meşa Newrozê saet di 14.00’an de bi hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm û Zekiye Alkan hate destpêkirin.
Hêzên sosyalîst ên Tirkiye û Elman jî tevlî meşê bûn. Di meşê de tecrîda li ser Îmraliyê hate protestokirin û berxwedana greva birçîbûnê hate silavkirin.
Pîrozbahî bi mîtînga li Romer Platzê domiya. Di pîrozbahiyê de Hevseroka FCDK-KAWA Songul Çelîk axivî. Çelîk got ku, “Newroz li dijî feraseta qirker şerê hebûna gelekî ye. Li hemberî Dehaqên zalim, serhildan û agirê azadiyê yê Kawa ye. Ev agir îro bi saya zarokên mêrxas ên gelê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê didome.”
Di pîrozbahiyê de peyama Newrozê ya Konseya Rêveber a KCK’ê hate xwendin.
Serhat Çarnewa, Hozan Comerd û Zozan Zûdem jî derketin ser dikê.