QAMİŞLO – Gelê Rojava bi coşa Newrozê dadikevin qadan. Pîrozbahiyên girseyî yên Rojavayê Kurdistanê yek jî îro li Qamişloyê ye.
Piştî bi hezaran şêniyên Qamişlo li qada Newrozê ya ku li gundê Hîmo ya girêdayî bajarê Qamişlo tê lidarxistin kom bûn, şêniyan ji bo bîranîna şehîdan deqeyekê rêz girtin.
Paşê li ber tîlîliyên jinan û silgonên ” Bijî Berxwedana Garê”, ” Bijî Berxwedana Eyn Îsa” û “Bê Serok Jiyana Nabe” dayîkên şehîdan agirê Newrozê pê xistin.
Pîrozbahiyê de Endamê Desteya Hevserokatşya PYD’ê Aldar Xelîl got ku: Ger ku em Kurd bibin yek wê dostên me jî bibin yek.
Aldar Xelîl diyar kir ku divê ziman de jî yekitiyek çêbe. Ji ber vê dema ku me got Efrin Di bin dagirkeriyê de ye divê tû nebêjî Efrîn Azad e. Dema ku me got gere dagirkerî li ser axa me biçe divê tu nebêjî bila dagirkerî bimîne.
Pîrozbahiya Newrozê di van deman de tevlêbûneke zêde ve berdewam dike.