AMED – Ciwanên Amedî ku ji bo pîrozbahiya Newrozê roj zû dan destpêkirin, bi rihê serketinê herikîn Parka Newroz.
Newroza ku bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, em azad bibin” ve destpêkir Parka Newrozê ya li navçeya Bağlarê ya Amedê hat pîroz kirin. Gelê Amed ê ku roj zû dadest pê kirin, ji navçeyan, taybet navenda bajêr, berê xwe dan qada Newrozê.
Ciwanên ku bûn hedefa zordariyê, bi girseyî ji qavşaxa Yenihalê, ku ew li hev civiyan, ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Piştî meşê, ciwan û jinên ciwan ên ku posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK vekirin, bi dînamîzma ciwanan qad zindî kirin.
Ciwan û jinên ciwan ên ku ji hêla polîsên dagirker ve dihatin hişyarkirin û dixwestin bêne astengkirin, li qada Newrozê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û bi panqarta ku “Cihana bê Serok emê li ser serê we de hilweşînin” ve bersiv dan faşîzmê.