QAMİŞLO – Newroza 2021’an li Rojava coşeke mezin hate pîroz kirin. Serkeftina Garê Gel û ciwanên Kurdistanê de hêvî û moralekî xurt da avakirin. Ji ber vê Newroza 2021’an ji her aliyê Kurdistanê û derveyê welat de tevlêbûneke asta jor de hat pîroz kirin.
Li Rojavayê Kurdistanê navenda pîrozbahiyan yek jî li Qamişlo bû. Serê Sibehê de bi hezaran şêniyên Qamişlo li qada Newrozê ya ku li gundê Hîmo ya girêdayî bajarê Qamişlo hat lidarxistin kom bûn.
Bernameya Newrozê ji bo bîranîna şehîdan deqeyekê rêz girtinê ve destpêkir.
Paşê li ber tîlîliyên jinan û silgonên ” Bijî Berxwedana Garê”, ” Bijî Berxwedana Eyn Îsa” û “Bê Serok Jiyana Nabe” dayîkên şehîdan agirê Newrozê pê xistin.
Me wek Ajansa Nûçe Ciwan nêrîna Ciwan û gelên tevlî Newrozê bûn girt. Nêrînên gel û ciwanan de jî diyar dibe ku Ruhê Serkeftina gerîla û Azadiya Rêberê Gelan rojeva sereke ye.
Newroza Qamişlo bi heman coşê qediya.