NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyekî ve rêzeşewatên ku herî dawî pêk anîne parvekir.
Daxuyaniya Zarokên Agir wiha ye:
“Me wek gelê Kurd îsal jî tevlîbûna bi milyonan ya li meydanan agirê Newrozê bilind kir. Me bi vî helwesta xwe da diyarkirin ku em tu carî li hemberî zaliman serî natewînin û emê dev ji jiyana azad bernedin. Gelê Kurd bi awayekî girseyî di Newrozê de ev peyam da her kesî. Yên ku ji bo her bihustek axa Kurdistanê û mirovên Kurd xwîn vedirişe emê li hemberî wan bi keviran, daran û agir serî hildin, hesap bipirsin. Me li Sakarya navçeya Serdivan li suka ASEM mobilya ya ku di 1995’an de hatiye avakirin û seroktiya wî dijminê Kurdan Veysel Ozturk dike, 5 dikan bi depoyên wan ve şewitand û kir xwelî. Me daxûyanî û piştgiriya serokên Odeya Sanayî ya Sakarya ji bo dagirkirina Efrîn daye ji bîr nekiriye. Patron û hevkarên AKP’ê bila bizanin ku tiştên ku ji aboriya we ya têkçûyî maye wê bibe xwelî û biçe. Emê bi agirê tolhildanê mal û fabrîqeyên kesên ku li pey Edoxan-Bahçeli ketine geş bikin. Hûn hemû ji vê wahşet û zilmê berpirsiyarin, hûn bikevin gorê jî em hestiyên we rehet bernadin.
Slav li wan kesên ku hesabê gundên Kurdan yên ku hatiye şewitandin pirsîn û agirê newrozê geş kirin!
Berferahiya Şewatan;
23.03.2021 Li Sakarya navçeya Serdivan li suka mobilya, di agirê Newrozê ku hat pexistinde 1 atölye û 5 dikan bûn xwelî.”