QAMIŞLO – Ciwanên Bakûr û Rojhilatê Sûrî, Çareserî di fikrê Rêber APO de dibînin.
Pîştî vekirina xwe ‘’Wargeha Ciwanan’’ her roj bi çalakiyên renge reng pêşwaziyê ciwanan dike û ji ciwanan re buye qadeke nîqaşên azad.
Di vê çaroveyê de îro Platformeke Azad ji bo guftugo kirina (rewşa ciwanan, Pirsgerekên wan û riyên çareseriyê) ciwanên ji hemî pêkhateyên herêma Cizîrê kom kir.
Platform di saet 01:00 an de destpêkir û destpêkê ji bo rewşa Rêber APO axaftinek hat kirin û pespektîfên Rêber APO ên ji bo ciwanan hatin xwendin.
Nîqaş hetanî saet 05:00 an berdewam kir û têde pirsgerekên ciwanan yên (Siyasî, Pêşengtî, parastin, çand û hwd) hatin nîqaş kirin û çareserî jî di fikr û ramanê Rêber APO de hat dîtin.
Ciwan di nirxandinên xwe de anîn ziman; ‘’Hêza çareserî Rêber APO ye, ji ber vê jî dikin hedef û niha di tecrîdê de ye. Çareserî jî wê azadiya Rêber APO be’’.