PARÎS – Danê sibehê, polîsên Fransî avêtin ser Navendên Civaka Kurd û malên welatparêzên Kurd ên li Marsîlya, Parîs û Draguignan. Ev pêkanîn hate protesto kirin.
Ciwanên ku li meydana Republique hatin ba hev yek ji kolanên qerebalix ji trafîkê re girtin. Di çalakiyê de pankarta bi fransî “Faşîzma dewleta Tirk û hikûmeta Fransayê yek e” û alên PKK û Rêberê Gelan hatin hilgirtin.
Çalakiya ku bi qasî saetekê dom kir, ciwanan gotin, “Heta ku hevalên me neyên berdan em ê li qadan bin. Divê hemû ciwanên Kurd li dijî van êrîşên siyasî derkevin. ” Ew bi daxuyanî û dirûşmeyan bi dawî bû.