BURSA – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu, têkildarî idîayên li ser jiyan û ewlekariya muwekîlê wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin hevdîtinê bi Ocalan re bikin.
Parêzeran her wiha xwestin ku bi Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî tavilê hevdîtin bê kirin.
Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha ji girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serlêdana hevdîtinê kirin.
Parêzeran xwest bi baldarî û lezgînî serlêdanên wan bên nirxandin û ev daxwazên wan tavilê bên qebûlkirin.
Parêzeran di daxwaznameyên serlêdanan de wiha gotin: “Malbatan herî dawî di 3’ê Adara 2020’an de hevdîtin kiribûn, birayê Ocalan jî herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê bi Ocalan re axivî. Ji wê demê heta niha hemû daxwazên me hatin redkirin.” Parêzeran destnîşan kirin ku hemû serlêdanên wan li dijî hiqûq û destûra bingehîn hatine astengkirin.