NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakvanên TCŞ û TekoJIN ê danê êvarê li Marsîlya ya Fransayê li hev civiyan û polîtîkayên Fransa yên li dijî Kurdan protesto kirin.
Diyar kir ku ewên çavên xwe ji polîtîkayên qirêj ên Fransa yên li dijî Kurdan re natewînin, ciwanan li stasyona trenê çalakiya bêîtaatiya sivîl kirin.
Di xwepêşandanê de, ciwanan diyar kir ku “Hûn nikarin bi polîtîkayên xwe ciwanên Kurd binbixînin. Dê ciwan li hember van polîtîkayên qirêj bêdeng nemînin.” Ciwanên ku daxuyaniya xwe didan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe” avêtin.
Çalakiyek din li Toulouse pêk hat. Kurdistaniyên ku di bin pêşengiya aktîvîstên TCŞ’ê de hatin cem hev serdegirtinên duh pêk hat protesto kirin.
Kurdistanî li ber parêzgariya Toulouse civiyan û daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de, ”Hikûmeta Fransa bi zexta xwe ya li ser Kurdan hewl dide ku têkiliyên xwe û dewleta Tirk çareser bike. Yên ku difikirin ku ew ê bi van êrişan gelê Kurdistanê bitirsînin dê xelet bin.” Hat gotin.
Çalakiya ku bi qasî saetekê dom kir, bi siloganên “Her kes li dijî van êrîşan derkeve” bi dawî bû.