NISÊBÎN – Yekîneya DGH Nisêbîn daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku wê li dijî firoşyarên tiryakê çalakiyek bi teqemeniyê pêk aniye.
Gava ku polîtîkayên şerê taybet ên ku dewleta Tirk a dagirker û darbestên wê li Kurdistanê li ser ciwan û jinên ciwan dimeşîne, dijberiya ciwan û jinên ciwan zêde dibe.
Ciwanên DGH destnîşan kirin ku ew ê li dijî ferzkirina tiryak, fuhuş û sîxuriya li ser ciwanan di çarçoveya şerê taybet de li her qada ku ew tê de ne têbikoşin.
Di daxuyaniya xwe de, DGH diyar kir ku ew cîhanek bê serok qebûl nakin û heya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan neyê peyda kirin ew ê berxwedana xwe bidomînin.