Êlih – Li Êlihê parka ku di nav Petrolên Tirkiye de cih digre şewateke mezin a sedema wê ne diyar pêk hat.
Îro li Êlihê saetên danê nîvro de parqa ku di nav Turkiye petrolleri de cih digre agirekî mezin ya ku bajar di nav dumana reş de hîşt pêket. Hat îdakirin ku dema li ser banê karê qaynaxê dihat kirin çirûskên ku belav bûn bû sedema şewatê. Agir zû mezin bû û li banî belav bû. TOMA yên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Tirk jî beşdarî xebatên vemirandina agir bûn. Ji ber şewata ku bi bandora bayê mezin dibe ezman bi ewrên reş hat nixamtin.
Hê jî ne diyar e ku sedema şewatê çi ye.