NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 22 sal e di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de li Îmraliyê dîlgirtî ye, li ser nerazîbûna mezin piştî salekê ji nû ve bi birayê xwe Mehmet Ocalan re 25’ê Adarê roja Pêncşemê karîbû biaxive. Herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê agahî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû wergirtin.
Beriya demekê li ser înternetê têkildarî jiyana Rêberê gelan Abdullah Ocalan hin îdia hatibûn kirin ku ev yek bû sedema fikaran û çalakiyên şermezarkirinê hatibûn lidarxistin.
Axaftina bi telefonê ya roja pêncşemê li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê pêk hat. Lê belê axaftinê tenê çend deqeyan dewam kir. Axaftina bi telefonê ya bi rêber Ocalan re hate birîn.
Her wiha axaftina Hamîlî Yildirim a bi malbata xwe re jî bi heman rengî hate birîn. Girtiyên din Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji bo şermezarkirina tecrîdê red kir ku bi telefonê biaxivin.
Mehmet Ocalan têkildarî vê axaftina nêzî 5 deqeyan a bi rêber Abdullah Ocalan re ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Mehmet Ocalan diyar kir ku kesekî ku xwe wek gerînendeyê Girtîgeha Îmraliyê daye naskirin, 24’ê Adarê saet di 18:00’am de lê geriyaye.
Mehmet Ocalan got: “Got ku divê 25’ê Adarê saet di 13:45’an de li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bim, ji bo ku bi telefonê bi kekê xwe re biaxivim.”
Mehmet Ocalan diyar kir ku serê sibehê ew li Edliyeya Rihayê bû û haya rayedarên li wir ji axaftina bi telefonê hebû û piştî 10 deqeyan ew xistin odeyeke li qateke jêrê ku bi tenê lê bû. Mehmet Ocalan anî ziman ku jê re hatiye gotin, li odeyê xebatkarek heye û ew dê li vê odeyê bi kekê xwe re biaxive.
Mehmet Ocalan diyar kir ku dema telefonê lê da, wî bersiv da û rêber Abdullah Ocalan yekser jê re gotiye “Tu çawa hat vê derê? Kê tu anî? Çawa çêbû? Tu ji ku digerî?”
Mehmet Ocalan wiha dewam kir: “Kekê min ji bo vê rewşê got, ‘Hem tu hem jî dewlet şaş dikin. Sedema wê jî ev e; saleke bi tu awayî hevdîtin nîn e. Cihê vê yekê ne di nava hiqûqa dewletê de ne jî di nava hiqûqeke cuda de nîn e. Hatina te şaş e û gelekî metirsîdar e. Dewlet jî gelekî xetere ye. Ev tiştekî rast nîn e. Eger hevdîtinek pêk were divê di çarçoveya hiqûqî de be. Nabe ku piştî salekê li gorî dilê xwe bi telefonê hevdîtinê bidin kirin’. Serok dubare dubare got, ‘Ev tişta hûn dikin gelekî şaş e. Dewlet jî bi rengekî şaş tev digere, hûn jî. Ev hiqûqî nîn e, rast jî nîn e. Ev tu carî nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de metirsîdar e. Gelo haya we jê heye ku hûn çi dikin? Ez dixwazim ku parêzerên min bên vê derê û hevdîtinê bi min re bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye. 22 sal e li vir im. Ev pirsgirêk wê dema bê çawa be? Ev pirsgirêk tenê bi hiqûqê dikare çareser bibe. Çima nayên vir? Eger hevdîtinek dê çêbe divê bi parêzeran re bibe. Ji ber ku ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”
‘EV HEVDÎTIN GELEKÎ ŞAŞ E, EV HEVDÎTIN NÎN E’
Mehmet Ocalan diyar kir ku wî ji rêber Abdullah Ocalan re ragihandiye ku yek ji sedemên hatina wî ya hevdîtinê jî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê ne û wiha dewam kir: “Serok got, ‘Ez naxwazim kes ji bo min li greva birçîbûnê û li zindanan bimire. Min ev berê jî gotibû, niha jî dibêjim. Pêwîstî bi vê nîn e. Ev tiştekî gelekî giran e. Divê hûn vê bibînin’. Nêzî 4-5 deqeyan em axivîn. Dengekî zirav bû. Bawer im dengê Serok bû. Serok ji min re got ‘Ev hevdîtin gelekî şaş e. Ev hevdîtin jî nîn e’ û piştre telefon hate birîn.”
Mehmet Ocalan diyar kir ku piştî telefon qut bû, wî rewş ji rayedarê li wir re ragihand û jê xwestine ku li bendê bimîne.
Mehmet Ocalan got: “Piştre careke din telefonê lê xist. Yê geriya kesekî cuda bû. Ji min re gotin ku divê bimînim û ji wir neçim. Piştî ku 10-15 deqeyan sekinîm, min got telefon êdî nayê. Min ji rayedarên li wir re got. Piştre jî ji min re gotin ‘hevdîtin qediyaye’.”
Mehmet Ocalan bang li dewletê û hemû kesên xwedî wijdan kir û destnîşan kir ku kiryarên bi vî rengî nayên qebûlkirin.