NAVENDA NÛÇEYAN –
Koordînasyona YPS/YPS-JIN’ê, dema ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi malbata xwe re bi telefonê diaxivî, ji bo ku hevdîtin ji nişka ve hatiye qutkirin daxuyaniya niviskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin,”Pergala tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêbertiya me Serok Apo, bi nêzîkatiya li ser axaftina bi telefonê ya dawî, hatiye asteke dîtir. Em ê êşkence û tecrîdê ku hewl tê dayin bixin halekî rewa, ti caran qebûl nekin. Dema vê hatiye ku em vê bi şêwazeke afirandêr û çalakiyên taktîkî deynin holê.”
‘DEMA WÊ YE KU EM JI TECRÎDÊ RE BIBIN BERSIV’
YPS-YPS-JIN diyar kir peywira her Kurdî ye ku biçûk, mezin derbê li dîktatoriya AKP-MHP’ê bixe, gel divê bi bîreweriya xweprastinê divê helwesta xwe deyne û yekîneyên wan jî bi şêwazên afirandêr bi peywir û berpirsyariyên xwe rabin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ,”Em li ser wê rêça fedayî ne ku jiyana bêyî Rêbertî qebûl nake, serê xwe li ber faşîzmê natewîne, ji bilî azadiyê ti vebijêrkeke wê ya dî nîne. Naxwe li gorî vê rêz û rêçikê, dema wê ye ku em ji tecrîda giran û êşkenceyê re ya li ser Rêbertiya me û gelê me bibin bersiv.
Yekîneyên me demildest divê tevbigerin, bi çalakiyên ku wê deynin holê divê deynin holê ku ew li dijî êşkenceya li ser Rêbertiya me ne. Bi çalakiyên ku bike xew ji ser çavê faşîzmê biçe û wan li kirinên wan poşman bike, bêyî ku were gotin şev an jî roj e, her yekîneya me li her deverê divê di cih de tevbigere.
Berpirsyariya me ya ku Rêbertiya me bikeve halê ku bikaribe bi azadî bijî û bixebite. Dema wê ye ku em soza ku me dayî Rêbertî û gelê xwe bi cih bînin, bi heqîqeta soz rûmet e, dema wê ye ku em li dora Rêbertiya xwe berevaniyê bikin. Bi vê çarçoweyê em bi şêwaza afirandêr û çalakiyên taktîkî yên Tîmên Bersivdanê slav dikin.
An bi Rêbertî re jiyaneke azad, an jî bi Rêbertî re jiyaneke azad!”