PARÎS – Li paytexta Fransa Parîsê ciwanên Kurd hevdîtina bi rêya telefonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate kirin û piştre hate qûtkirin, qebûl nekirin û li pêşiya avahiya Radyoya France çalakiyeke ya protestoyî lidar xistin.
Ciwanan li avahiya Radyoya France çalakiya bêîtîhatiya sivîl dikin.
Ciwanan daxwaz kir ku divê rû bi rû hevdîtin bi Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan re pêk bê û got: “Rêber Apo xeta me ya sor e.” Ciwanan gotin ku hevdîtina bi telefonê ya duh hate kirin, qebûl nakin û hevdîtin hatiye sabotekirin û got: “Divê malbat û parêzer biçin hevdîtinê û agahî bên girtin.”
Ciwan bi rayedarên Radyoya France re hevdîtinê dikin.