NAVENDA NÛÇEYAN – Besta navceyek ji navçeyên Botanê ye jêre dibêjin Besta ji ber ku araziyê wê tev deşte, çiya lê nînin, araziya wê hemû gir in lê belê. derdora wê tev çiyane, weke çiyayê(Herekol, Pîro, Serkê Mehmedê Oso, Çêlê Limêja). Ji kêja alî dinire binire tû dibêje qey di nava qeleyekî pir mezin de ye, surê wê qelê bilindin û asê ne.
Besta dilê Botanê ye hemû navçeyan bi hevdû ve girê dide. (Cûdî, Gabar, Garisa, Çetax, Uludere heya Heftenîn) Çem û kaniyên wê gelek in û xwedî dewlemendiyekî daristanî ye, mixabin gundê wê kêmin ê heye jî dijmin valakujiye dike.
Mergomarê li hember gundê Husyan bû tabura hêzên Dewleta tirk tê de bû, gelê wî gundî bi gîştî çete bûn ji ber vê yekê ev girê Mergomarê dihat girtin û cihekî sitratejîk bû. Tevahî Besta diket bin destî wê ji ber vê yekê li ser girê sekinandin dihat serweriya li ser qadê. Xwedan daristanekî pir mezin e ji bona vê carna mirov tê de winda jî dibin.
Di sala 2015 an de pêvajo xirab bû. Berxwedaniya rêveberiyên xweser dest pê kir û li her deverê asta berxwedanê bilind dibû. Tevahiya qadên gerîla jî ji bona bersivdayînê ketin tevgerê. Herkes ji bona çalakiyên serkeftinê di nava lêhûrbûnê de bûn. Li qada Besta yê jî di vê bingehê de her hevalek di nava lêhûrbûnê de bû, me hemû li ser çalakiyên nû difikirî. Sala 2015 û 2016 bi giranî bi vî rengî derbas bû. Ji bona pratîkê û şerekî dijwar me xwe amade dikir da ku tola rêhevalên xwe ji dijminm re nehêlin. Di pêvajoya rêveberiyên xweser de em di qampên de bûn û dema ku me agahî digirt hîn zêdetir hêrsa me bilind dibû û me pêdîviya amadekariyeke xurt didît. Ji bona her hevaleke ew pêvajo bêguman pir giran bû ji ber ku berdêlên pir mezin hat dayîn lê belê heman demê de bi berxwedana gel û rêwiyên doza azadiyê re ruhê berxwedanê li kolan û bajaran hat zindî kirin, bi sedan keç û xortên ciwan bê tirs berê xwe dan dijminê xwînxwar û têkoşîn dan meşandin.
Her hevaleke ji yekîneyê me dixwest bi awayeke lez ji qampê derbikeve da ku bi çalakiyên serkeftî re bersivên di cîh de bidin dijmin. Pêvajoya wê demê divê serkeftî bibûya ji ber ku pir awarte bû. Dijmin bi awayeke hovane êrîş dikir. Gerîlayên azadiyê jî bi her awayî xwe feda dikirin da ku bigihîjin azadiyê.
Di destpêka biharê meha Adarê em derketin. Li Besta yê (girêdayî Şirnexê di navbera girên Çelê Limêja, Navyana Şêxa û Mila Kêrê) ew der jî di nava dijmin de ye. Di destpêka biharê de vesaziya min jî li qada Şehrîbanê çêbû. Li wê derê plansaziya çalakiyeke berfireh hat kirin. li gorî vê yekê, hêjmar hat diyar kirin, cebilxane hat amade kirin, binesaziya çalakiyê, yekîneyên êrîş û parastinê hatin diyar kirin. Kîjan kom ji ku derê derbas bibe, keşfa çalakiyê bi roja hat kirin û pêvajoyeke pir dagirtî derbas dibû. Hêjmar pir zêde bû li gorî vê yekê heval di plansaziya çalakiyê de hatin bicîh kirin. Divê em pir hessas bin da ku windahî nedin li gorî wê me amadekariyên xwe hêdî hêdî xilas dikir. Hevalên rêveberiyê jî li gorî vê yekîneyên hevalan re civîn çêdikirin. Di navbera Şirnex û Sêrtê dema ku dikeve mila Şehrîbanê dijmin li girekî de xwe bicîh kiribû. bi hêjmareke zêde leşker û cerdewan li wê girê de bicîh bibûn. Heval wê girê ji bona xwe kiribûn hedef. Li gorî wê keşîf hat kirin, wê kîjan grup ji ku derê bikeve tevgerê, kî di êrîşê de kî di parastinê de cîh bigre hat plan kirin û di civînan de hat veguhastin. Li ser vê esasê du grubên êrîşê, du grubên parastina nêz û grubeke parastina dûr derket. Heman demê de yekîneyekî kemînê û li ser girekî jî yekîneyeke bi doçka re hatin bicîh kirin. Li gorî wan rewşa çalakiyeke wiha kirin bi rastî jî wê bandoreke mezin dabûya ava kirin. Rîskên mezin yê çalakiyê jî hebû lê belê di pêvajoyeke wiha de
biserxistina çalakiyê bersiveke di cîh de bidaya êrîşên dijmin ên li ser gelê me. Bi hejmareke wiha re diyar bû ku emê encameke xurt bi dest bixin.
Gelek qadên Kurdistanê di bin dagirkeriya faşîzma Tirk de bû û kêleka me li Şirnexê gelê me di jêrzemînan de dihatin şewitandin, dayîkên me dibûn armancê êrîşan û bi rêhevalên me yên giranbûha re dihatin şehîd kirin. Divê ji hêla gerîlayan ve berxwedaaneke bêhempa hatiba dayîn, bi awayeke encamgir li dijmin bihata xistin da ku serbikevin ji ber vê hewcehî bi hêza tolhildanê hebû. Her hevalek di vê mijarê de pir bi xwestek nêz dibû.
Piştî ku yekîneyên hevalan hatin bicîh kirin çalakî hat destpê kirin. Min di gruba parastinê ya nêz de weke sekvan cîhê xwe digirt (li gel doçkaciyan). Bi lêdana doçkayê re çalakî destpê kir û grubê êrîşê ketin hindirê girê. Çalakiyekî serkeftî bû, hem yekîneyên êrîşê hem yên parastinê di çalakî de rista xwe bi awayeke baş leyîstin. Ruxmê ku di çalakiyê de du hevalên me şehîd ketin lê belê bi serkeftî bû. Di heman dema çalakiya me de li Şirnexê jî heval çalakiyeke sabotajê awayeke bi bandor lidar xistibûn û di encama wê çalakiyê de 80 leşkerên Tirk hatibûn kuştin. Di çalakiya me de jî li gorî agahiyên me; 20 leşker û du cerdewan hatibûn kuştin lê li gorî agahiyên herêmî hêjmar hîn zêdebû ye. Ev herdu çalakî jî ji hêla fermandariyê ve hatin pîroz kirin. Hem li çiya hem li hundir çalakiyên bi bandor hatin kirin ji ber vê bi serkeftî bû. Ev herdu çalakî jî hêz dabû hevalan heman demê de di dilê dijmin de tirsekî mezin çêkiribû. Hevalên ku li bajêr de şer dimeşandin piştî wê çalakiyê pir kêyfxweş bibûn ji ber ku dijmin di astekî mezin de hatibû şikandin.
Di wê çalakiyê de du hevalên me şehîd ketin. Yek ji wan heval Serhed bû. Heval Serhed di gruba êrîşê de cîhê xwe wekî bisfîngcî cîh digirt. Tevahiya roketên B-7 di îmha kirina çeperên dijmin de bikaranî bû lê belê, bi guleyekî cerdewanan şehîd ket ji ber vê şahadetê heval Serhed ji bona me pir giran bû ji ber ku ew bi îxanetê şehîd ket. Tola heval Serhed rakirin sereke erkên me ên rêhevaltiyê ye ji ber vê her hevalek hewl dida da ku serbikeve. Hevalê din yê şehîd ket heval Enwer bû, ew jî di gruba êrîşê de cîh digirt. Heta dawî bi serkeftî di çalakiyê de cîh girt lê, ji ber ku çalakî li biharê hat lidar xistin heval Enwer di paşve kişandinê de ber avê diçe lê ber bi milê Gabarê ve diçe, araziya wê derê nasnake. Diçe gel şivanekî û dibêje min bibe gel hevalan lê, şivan jî îxanet lê dike û dijmin wî şehîd dixe. Her du şahadetê me jî bi îxanetê çêbû ji ber wê şahadetê her du hevalan jî pir bi êş bû. Dîsa jî çalakiyên me bi serkeftî bûn. Armanca me bersivdayîna pêvajoyê bû ji ber vê ev çalakî hêz û moral da hevalan. Di me de baweriya serkeftinê ava kir.
Binevs AGAL