NAVENDA NÛÇEYAN –
Berî ku serokatî were sûriyê gelê kurd di rewşek ku ber bi mirinê ve diçûn de jiyan dikirin, lê dema ku serokatî di dîroka 2.7.1979’an de hat sûriyê, rewşa gelê kurd û tevahî gelê ku li sûriyê jiyan dikin hat guhartin, dema ku serokatî hat Sûriyê nêzî 20 salan li vir ma, yanê heya dema komployê mabû. serokatî di dema komployêde ji vir derdikeve. ji ber ku nedixwast li herêmê şerek rû bide û biryar da ku ji sûriyiê derbikeve. bi vê yekê re pêvajoya zor û zehmet di 9ê Cotmeha 1998’an de destpêkir. Piştî ku serokatî ji sûriyeyê derdikeve berê xwe dide Yewnanîstan, Rûsya, Îtaliyayê û li van deran dimîne. lê belê welatên ku bûne mijara gotinê ji ber zexta Emirîka, İngilîstan û Îsaraîlê destûra mayîna serokatî nedan, lêgerîna serokatî a li welatekî ji bo bicihbûnê herî dawî di dîroka 15’ê Şibata 1999’an de li kenyayê bi dawî kir.
Ji ber ku serokatî li pey heqîqeta gerdûnê ketiye û bi vê ve dixwaze bi pergala heyî ya qapîtalist teşhir bike ji bo wê jî hêzên deshilatdar bi hemû rêbazên qirej bi kar tînin. ji bo ku vê xwesteka Serokatî bê bandor bikin. , niha jî bi va rêbaza girankirina tecrîdê ve dixwazin di şexsê serokatî de hêviyên hemû gelan qut bikin. Dema ku serokatî zarok bû jî kesên bê hêvî dixwastin ku wî bidin sekinandin, îro jî eynî tişt dewlet dixwaze pêk bîne, lê bi rêbazên pir cuda wê dikin.
Serokatî dibêje: Ez wek Prometheus bi zinarên Îmraliyê ve hatim girêdayîn. Tişta ku Zeus Anî li sere Prometheus îro jî pergal dixwaze heman tiştê li îmraliyê bîne sere min.
Lê tişta ku pergalê dixwest Serokatî vala derxist. Ji ber vê îro li dijî pergalê alternatîfa yekemin îdeolojiya Serok APO ye. Ev îdeolojîya ku bu alternatif jî ji wargeha Komployê li îmraliyê hate avakirin. Bi vê awayê komployê derbeya herî mezin li Îmraliyê de xwar.