BARÎN BAWER/ROJHILAT/NUÇE CIWAN
Komalgayê Ciwanên Rojhilat KCR û Yekîtiya Jinên Ciwanên Rojhilat YJCR rojbûna Rêber APO û roja damezrandina PJAK pîroz kirin û bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin ku berê xwe bidin têkoşînê.
Komalgayê Ciwanên Rojhilat KCR û Yekîtiya jinên ciwanên Rojhilat 72’emîn rojbûna Rêber APO û salvegera demazrandina Partiya jiyana azadê Kurdistan PJAK bi şahiyekê pîroz kirin. Di şahiyê de gerîlayan dar çandin û şahiya xwe bi stran û govendê bi dawi kirin.
Yek ji gerîlayên ku beşdarî şahiyê bûye Birûsk Kosar rojbûna Rêber APO pîroz kir û wiha got; ‘’roja 4’ê nîsanê roja li dayîk bûna Rêber APO, roja vejîna gelê Kurd li hemû ciwanên Îran û bi taybet jî li ciwanên Rojhilat pîroz dikim. Dîsa li hemû gelê berxwedêr ku 4 nîsanê pîroz kirine li ciwanên Îlam, Sine û Merîwan pîroz dikim. Di heman rojê de demezrandina PJAK bû vejîn ji bo ciwanên Rojhilat. Em bi hêvîne roja 4’ê nîsanê bibe roja tekoşînê ciwanên giştî Kurdistanê.
Gerîla Jiyan Manî rojbûna Rêber Apo pîroz kir û wiha got; roja 4’ê nîsanê roja li dayîk bûna Rêber APO di serî de li Rêber APO, li tevahî mirovahiyê, li hemû jin û ciwanan pîroz dikim. Ev roj di heman demê de roja ji dayîk bûna me hemûyane. Roja ji dayîk bûna gelê kurd, jin û tevahî mirovahiyê ye. Em wekî gerîla û gel jî ji bo me wateya vê rojê cûda ye. Em bi hêviya ku di salek din de bi fizîkî bi Rêber APO re piroz bikin, em wekî gerîla bi wê armancê tekoşînê xort dikin.
Di heman demê de roja demezrandina PJAK li tevahî gelê Rojhilatê kurdistan û li tevahî gelê kurd pîroz dikim. Bi taybet jî li ciwanan pîroz dikim, divê ciwan roja 4’ê nîsanê ku hem rojbûna Rêber APO hem jî roja demezrandina PJAK e ji bo xwe bikin bingeha tekoşînê. Di çarçoveya hemleya ‘Dem Dema Azadi yê,’ ‘Dem Dema Gerîlati ye’ de divê şoreşa ku Rêber APO li ser esasê civakeke demokratik ekolojîk û azadi xwaziya jin, ji bo mê pêşkeş kiriye em bi şer û berxwedaniyeke mezin jê re pêşengtiyê bikin. Li ser vî esasî jî em vê rojê di şexsê gelê Rojhilatê kurdistan de di şexsê jinên ciwan û ciwanan de li tevahî gelê kurd û mirovahiyê pîroz dikin.