AMED – Bi minasebeta 72’emîn rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê, di pêşengiya ciwanan de li gelek cihan pîrozbahî û çalakî hatin lidarxistin.
Bi pêşengiya ciwanan li taxên navçeya Farqîn a Amedê şahiyek din hate li dar xistin. Ciwanan bi teqandina fîşekên hewayî li gelek taxan qêriyan û diruşmên “Bijî Serok Apo”qêriyan.
Ciwanan diyar kir ku dê 4’ê Nîsanê bibe wesîleyek pêşxistina têkoşînê û diyar kir ku heya tecrîd neyê şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan neyê misoger kirin ew ê nesekinin.