STENBOL – Bi minasebeta 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, pîrozbahî û çalakiyên bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan li Kurdistan û gelek deverên cîhanê îro jî berdewam kirin.
Pîrozbahiyên ku bi rojan e li gelek deverên Stenbolê berdewam dikin îro bi coş û moralek mezin berdewam dikin. Ciwanên welatparêz ji bo roja 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li navçeya Kanarya a Stenbol Küçükçekmece pîrozbahî kirin.
Ciwanên Welatparêz destnîşan kir ku ev 4’ê Nîsanê ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan misoger bike dê bibe alîkar di mezinkirina têkoşînên wan de û diyar kir ku li ser vê bingehê, divê her ciwan û jinên ciwan li her qada ku ew tê de çalakiyan bimeşînin.