STENBOL – Bi minasebeta 72’emîn rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê, di pêşengtiya ciwanan de li gelek cihan pîrozbahî û çalakî berdewam dikin.
Pîrozbahiyek din ji hêla ciwanên welatparêz ve li gelek taxên Stenbolê hate li dar xistin. Ciwanên welatparêz li gelek taxan meşiyan û vegotinan xwendin.
Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kirin ku ji dayikbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan êdî ji hêla her kesî ve wekî ji nû ve zindîbûna heqîqetê, ji nû ve zindîkirina dadmendiyê û ji nû ve afirandina azadiyê tê qebûl kirin, tekez kir ku dê têkoşîn li ser vî bingehî were mezinkirin û 2021 dê bibe sala ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan.
Ciwanan bi duruşmên “Bijî Serok Apo”, soz dan ku dê têkoşînê di çarçova tevgera “Rawestandina Tecrîdê, Faşîzmê, Dagirkeriyê de; Dem Dema Pêkanîna Azadiyê” de bilind bikin. Ciwanan pîrozbahiyên xwe bi fîşekên hewayî û dirûşmên “Hebûna Serok Apo Hebûna Me Ye” bi dawî kirin.