NAVENDA NÛÇEYAN –
Sala 2007’an ez derbasê akademiya Heqî Karer bûm, ji bo ku em perwerdeyek baş û bi tenduristî bibînin me beriya her tiştê bi dest çêkirina cihê xwe kir. Cardin di hêla binesazî ve jî amadekartî hate çêkirin, ji bo rewşekê xwe bide der, mewziyên bin erd hatin çêkirin, cebilxane hatin amadekirin. Ji ber di wê demê de agahiyên ku wê neyar operasyon bide destpêkirin hebû.
Ji xwe tevahî amadekartiyên me jî li ser vê esasê bû, ji bo ku em bê amadekartî neyên girtin hesabên her tiştê dihat kirin. Ji bo ku em perwerdeyekê bi tenduristî bibînin. Ji ber hêjmara akademiya me pir bû, ji bo ewlehiyê başne dibû ji ber vê hêjmar hate kêm kirin. Grubek heval ji akademiyê derketin, piştê wê me dest perwerda xwe kir, sê mijarên giring hatin dayîn. Di meha Sibatê sala 2008’an de di gotin wê operasyon bê destpêkirin. Di yekê Sibatê de operasyon destpêkir, ango neyar zû ketibû tevgerê de. Hedef û armancên neyar yê ji bo vê operasyonê ew bû ku bikeve Zapê de. Neyar bi vê niyetê xwastin bikevin Zapê de û cihê xwe di hûndir de çêbikin. Neyar dua liyan de dixwast bikeve Zapê de yek, di Başûr de were, ya din jî di hêla sînor de bikeve. Ango ji bo du hêlan de dorpêç bike û tevahî riyên ku tên Zapê jî bigrin. Gava sala 2007’an de balafira keşfê derket û li ser qadan di geriya wê demê hate fêm kirin ku wê neyar hen tiştan bike.
Gava operasyon derket wê demê em perwerdê de bûn. Operasyona di aliyê Cîlo yê biçûk de derket, wê rojê heya êvarê keşif geriya û dozdehê şevê jî balafirên şer rabûn, di wê demê de jî neyar leşkerên xwe rêdikirin. Zivistan bû neyar jî dixwast ji vê sûd werbigre, heval tevahî di qampa dene, perwerde dibînin û hwd. Ber destê siharê bû operasyon destpêkir. Ya rast heval ji bo operasyonê bi tedbîr bûn. Yekineyek derbasê binya Cîlo bû, ji bo parastinê. Beriya neyar xwe bigihîne navtengê yekineya heval Sînan xwe digihîne akademiya me wê demê heval Rengîn Botan li gel me bû. Hema heval yekser tevahî hevalan ji bo pevçûnê xistin nava sengerê de. Tevahî hêzên Zapê hatin agahdar kirin û li gor pêdiviyan yek ser ji bo şer ketin sengerê de. Gel me jî taximek heval çû li ser pira Balanda ji bo pêşiya tangan bigre, taximek ji bo çekên giran, yek jî derbasê qada Çiyayê Reş bû û taximek jî ji bo amadekartiyê şer yê binesazî hatin bi cih kirin.
Armanc û hedefên neyar ew bû ku wê Çiyayê Reş, Şkefta Birîndara bigirtiba û di qada Karkere xwe berdaba biryargehê û wir jî derbasê Kurojaro bibana. Ango tevahî qadên stratejîk bigrin. Ev hersê sêgoşe cihên stratejîke ji bo Zapê, hedefên neyar jî tevahî qadan ji hev qutkirin bû. Di roja duyemîn de hêja pevçûn çênebûbû, tenê aliyê Çiyayê Reş û Şkefta Birîndara hevalan leşkeran bi sekvanî hatina leşkeran asteng dikirin. Birastî jî di şerê Zapê de vîna hevalan şerê li Zapê pêşket şikand. Ruxmê tevahî sir û seqeman heval vînek pola raber kirin. birastî jî di wir de vîna hevalan serkeftin dest xist. Neyar tevahî teknîkên xwe bikartanî, ji xwe tevahî hêza xwe jî ji teknîkên xwe digirt. Lê vîn û berxwedaniya hevalan tevahî teknîkê neyar vale derxist.
Di operasyona Zapê de ruhek gelek cuda hate raber kirin. Cardin gelê me yê Başûr jî gelek alîkarî dan raber kirin. Gel ne hişt tang derbas bibe, gelê me yê Bamernê seknek bi wate dan diyarkirin. Tang dixwast li ser pira Balandê derbasê xeta me bibe. Çend rojên destpêkê heya heval gome vekirin hem di hêla cebilxane de hem jî di hêla erzaq de tengasî hate jiyan kirin, lê piştê ku heval gome vekirin ew tengasî jî derbas bû. Di wan deman de tenê nanek jî hebe heval perçe perçe dikirin li ser heval belav dikirin lê, cardin jî heval di gotin na tu bixwe, hevalê din jî di got na tu bigre bi vê awayî ew perçe cardin di bêrîka hevalan de di ma. Xwe fikrandin qet nîn bû tevahî heval hev di fikrin û ji parastina xwe zêdetir ya hevalê xwe di fikrî.
Avantaj di destê me de bû xweza gelek alîkarî da me, ew çend roj her tim mij, baran bû. Me hertim di mijê de tevgeriya, balafirên wê yên keşfê, şer û obîsê wan jî di wê hewayê de bandor ne dikir. Bi giştî operasyon 21 rojan berdewam kir. Tenê baweriya xwe teknîkê xwe tîne lê em vê rastiyê jî baş dizanin ku gerîla dikare teknîkên neyar jî vale derxe. Ev rastî her roj bi awayekê gelek vekirî xwe dide der.
Ew hêza cewherî, vîna xurt, bawerî neyar têkbir û tar û mar kir. Li kêleka vane jî ya herê giring vîna hevalan bû, her çiqasî ev avantaj hebe jî lê ger ku ev vîn, bawerî ne be mirovê nikaribe di wan şert û zûrifan de şerek ewqasî dijwar bide meşandin. Piştê operasyon şûnde çû heya demek jî me arazî ne berda. Çend roj şûnde cardin akademiya me komê ser hevbûn, ji xwe me teorî û pratîk bi hevre dît, tevahî hevalên akademiyê ev ji bo xwe weke şansekê gelek mezin digirtin dest. Birastî jî avantajek gelek mezin û tijî ezmûn bûn. Ruhê hevaltiyek bêhempa dihat jiyan kirin. Ev ruh di Zapê de serwer bû.
Nudem Xebat