LUZERN – Çalakiyên tevgerên ciwanên şoreşger ên Ewropî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer ên li dijî tecrîda girankirî û îşkenceya sîstematîk a 22 salan berdewam dike.
Çalakiya bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN a li Lucerne ya Swîsreyê, di 15.30 de bi kombûna berxwedêrên li qada Mühlenplatz destpê kir.
Pankartên bi Elmanî û Kurdî, ‘Freiheit Für Ocalan, Status Für Kurdistan (Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu)’ û ‘Na ji Guantanamo-Imrali’ya Tirk re’, tevî gelek posterên Rêber Ocalan hatin vekirin û alên TCŞ jî ji hêla çalakvanan ve hatin hilgirtin. Di meşa ku li kuçe û kolanên qelebalix ên bajêr pêk hat de ciwanan timûtim dirûşmên ‘Bijî Serok APO’, ‘Ciwan, Fedaiyên Rêber APO ne’, ‘Freiheit Für Ocalan, Frieden Für Kurdistan’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ digotin.
Di dawiya meşa 1 saetan a li bajêr de li qada Helvetiaplatz mîtîngek hate lidarxistin. Di xwepêşandana ku daxuyaniya Elman hat xwendin de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropa û CDK Luzern axaftin hatin kirin.
Çalakiya ku bi qasî 250 kes beşdar bûn û di çarçoveya tevgera “Bi Hev Re Serhildan” de hate organîze kirin, di demjimêr 17 de bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû.