FRANKFURT – Hukumeta Almanya Siyasetmedara Kurd Nazdar Ecevit li roja çarşemê ji bo ku radestî Tirkiyê were kirin birin balafirgeha Frankfurt, Almanya.
Nazdara ku li Cizreyê wek Heyeta Aşitiyê xwestûbu biçe qada xwerêveberiyê lê ji hêla artêşa Tirk ve hatîbû birîndarkirin û du re hatîbû girtin. Nazdar Ecevît niha jî ji hêla Dewleta Elmanya tê xwestin ku radestê Tirkiyê bê kirin.
Siyasetmedarê Kurd Nazdar Ecevit ku dest bi greva birçîbûnê kir û dewleta Alman protesto kir, qala binçavkirina xwe, serpêhatiyên xwe yên li balafirgehê û pêvajoya ku paşê pêşve çû kir û wiha got:
“Ez 2016 ji Tirkiyê hatim Elmanyayê. Ji berk u li Tirkiyê cezayê min hebû. Ez dosya KCK’ê de 5 sal 4 mehan razam. Ji ber yeke ez hatim Elmanya min serî li penaberiyê da. Ev 5 sale ji bo serîlêdana penaberiyê ez bende bum le bele Elmanya serîlêdana min qebûl nekirin. Gotin belgeyên dosyayên te sexte ne. Lê 2 dosyayên cüda de derheqê min de biryara lêgerînê heye û di heman deme de 9 sal jî cezayê hepse heye. Dosyayên min ragihandin dadgeha Elmanya li îmza şil li sere. Derheqê dosyayên lêgerîna min de jî biryara veşartîbûnê heye.
Di roja 8’ê Nîsanê li sere sibehê li ser malê de girtin. Min polêsan re got hun ji bo çi hatine, gotin ilticaya te qebul nebuye ji ber vê emê te bibin balafirgehê û îadeyê TC’yê bikin. Ez birim balafirgehê û min ji ber xwe da. 4 polêsan bi deste zorê ez balafirê siwar kirim. Min got ez naxwazim biçim Tirkiyê, li wir cezayê min heye. Yê çi bînin sere min ne diyare. Min wisa got û qîr kir. Ji ber vê ez balafiri peya kirim û min anîne li girtîgehê.
Di vê pêvajoyê de hevalên ku destek dan me ez ji wan re spasiyên xwe peşkeş dikim. Min ji berxwe da lê bele kurum û çapemeniya me j imin xwedî derketin. Li Ewropayê hevalên wek min zede ne. Ez dixwazim bi heman avayê li wan hevalan jî xwedîderketinek hebe. Divê ev xwedîderketin bidome ji berk u ez naxwazim emre min zindanê de biqede.
Ji min re gotin: Emê di meha Gulanê û hefteya yekemin de te birêkin. Ji ber vê min dest gireva birçîbunê kir. Grev amin ev 3 roje bedewam dike. Parêzerên min jî li ser dosyayê dixebitin. Ez d^sa ji ber xwedîderketina gel spas dikim û dixwazim k udi nava Kurdan de ev xwedîderketin bidome.”