CENEVRE – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li dijî polîtîkaya tecrîdê ya girankirî ya li dijî Rêber Ocalan a 22 salan meşek li Cenevreya Swîsreyê li dar xist.
Di meşa ku saet di 19:00 de li Qada Plainpalais dest pê kir, dirûşmên “CPT Visite Imrali”, “Ciwan Fedaiyê Rêber APO ne”, “Bijî Serok APO” û “Liberte pour Ocalan” hatin qîrîn. Di meşa ku posterên Rêber Ocalan û alên PKK’ê hatin vekirin de, ciwanan daxuyanî dan û diyar kirin ku divê tecrîda li ser Ocalan dawî bibe û azadiya fîzîkî bê misoger kirin, û ew amade ne ku berpirsiyariya xwe wek ciwanan pêk bînin.
Meşa ku bi qasî nîv saetê dom kir, li Navenda Çanda Kurd a Cenevreyê bi dawî bû.