SILÊMANÎ – Şandeya rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ya ku ji berî çend rojan serdana Şengalê kirî daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ku bi berpirsyarî nêzî rewşa Şengalê bibin û xwerêveberiya Êzidiyan nas bikin. Rewşenbîrên Başûr ragihand ku daxwazên Şengaliyan rewane.
Şandeya ku ji rewşenbîr, nivîskar û parazvanên mafê mirov ên Başûr pêk dihat di 6 û 7ê Nîsanê de li Şengalê serdana sazî û rêxistinên Şengalê kir. Li Silêmaniyê bi daxuyaniyê armanca serdana xwe eşkere kir.
Di civîna çapemeniyê de Dr. Hekîm Ebdullah daxuyanî xwened. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ew bargiraniya ku li Şengalê çêbûye, beşek zêde ji ber pêşbaziya hêzene ku hinek ji wan bi fitna dewletên herêmê û hinek jî encama lihevkirina di navbera hikûmea Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal e. Li jêr hînceta asayîkirina rewşa Şengalê ku piranî li ser daxwazsa dewleta Tirk û hêzên herêmê peyman çêbûye.
Armanca serdana me ya Şengalê ew bû ku ji nêz ve rewşa wê bibînin bû. Em daxwazê ji hikumeta Herêma Kurdistanê, ya Bexda, hemû aliyên siyasî û parlamentoya Iraqê dikin ku bi berpirsyartî û hestyarî nêzî Şengal û derdora wê bibin. Em radigihîn ku hemû daxwazên xelkê Şengalê rewane. Li gel hîmê destûra hikûmeta federal ne nakoke.”
Di berdewama daxuyaniyê de ji bo Şengalê ev her çar daxwaz rêzkirin:
Bi yasayî naskirina xwerêveberî, sazî û nûnertiya wan, xizmetguzariya mirovî, çandî û civakî ku xelkê herêmê bi proseya demokratîk û azad bingeh danîne. Baweriya wan pê heye. Ji ber ku ev rêxistin û sazî nûnerê îradeya demokratîk, rasteqîn a jiyana azad e.
Ji ber xemsarî û vekişîna artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge, DAIŞ’ê rewabûn da zevtkirina xak û namûsa wan. Me dît ku bi vê yekê re bi karasta hate serê wan hat.
Daxwaz vegerîn û hêsankariya ji bo koçberan dikin, daxwaza avakirina geşta hevkariyê, vegerandin mafên xwe û hemû pêwîsityên sereke dkin. Ew daxwaza sûdwergirtina li hemû maf û pêwîsityan dikin, ji bo ku hinekê birînên xwe çareser bikin û xwe kom bikin. Ji bo van daxwazên xwe mafdarin.
Ewan naveroka daxwazên destûrî û rewa wiha kurt dikin. “Rêzgirtina li îrade û nûnertiya wan.” Bi awayê ku di her lihevkirin, asayikrin û her karek ku peywendî bi wan ve hebin weke aliyek siyasî û giyanek serbixwe bin. Ew xwediyê malê ne û ji her kesê zêdetiri j pirsgirêkên xwe fam dikin. Bi ti awayî ev daxwazên wan ji çarçoveya mafên destûrî yên rewa yên Iraqa fedelar û demoratîk de dernakevin ku garantiya parastina pêkhatiya civakî û çandî ya xelkê Iraqê û Kurd kiriye.”
ÇAVKANÎ: ROJNEWS