KOBANÊ – Îro saet derdorê 03:00`yan, balafireke keşfê ya artêşa dewleta Tirk a dagirker mala ku rêber Abdullah Ocalan li gundê Elpelûrê (5 km li rojavayê bajarê Kobanê) çend rojan lê maye, kir hedef û zirarên madî di malê de çêbûn.
Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş wek destdirêjiya li nirx û qanûnên navneteweyî bi nav kir û teqez kir ku ew encama zîhniyeteke faşîst e.
Komîteyê wiha got: “Em vê kiryara hovane û dermirovî şermezar dikin. Kiryarên wan nîşan didin ku ew ji fikrên azad ditirsin. Gelê me û dostên me dê di vê demê de xwedî li Rêber û nirxên xwe xwedî derkevin.”
Mala ku hatiye hedefgirtin, sala 1979`an dema ku rêber Abdullah Ocalan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû, lê dima. Mala li Elpelûrê wek ‘Mala Rêbertî’ tê nasîn.