AMED – Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) têkildarî binpêkirinên mafan ên di serdema pandemiyê de li Girtîgeha Erzînganê ya Tîpa T de qewimîne raporek amade kir.
Saziyan rapor parve kir. Li ser daxwaza xizmên girtiyan parêzer di meha Adarê de çûn girtîgehê û bi girtî û rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anîn. Binpêkirinên mafan ên di raporê de balê dikişîne.
Binpêkirinên mafan ên di raporê de wiha hatin rêzkirin:
“Cihê bêhnvedanê di bin standartan de ye û gelek biçûk in.
Hatiye destnîşankirin ku girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyan û pêvajoya tedawiya wan de astengî derdikevin. Ji ber nexweşînên biçûk jî girtî nayên dermankirin û rê li ber nexweşiyên cidî vedike.
Hatiye diyarkirin ku tu hobi, kargeh û çalakiyên civakî nayên kirin.
Kargoyên ji girtiyan re tên şandin gelek dereng didin girtiyan.
Hat destnîşankirin ku rêveberiya girtîgehê nameyên kurdî desteser dike û serlêdan jî bêencam dimînin.
Di hevdîtinên malbatê de pirsgirêk derdikevin û malbatên dûr in bi zehmetî diçin hevdîtinê û daxwaza sewqa wan jî tê redkirin.
Hat diyarkirin ku derbarê girtiyên ketine greva birçîbûnê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatiye vekirin.
Hat diyarkirin kul i girtîgehê girtiyek herî zêde dikare 5 pirtûkan li cem xwe bigire.
Li ser hev lêgerîn li qawîşan tê kirin û di van serdegirtinan de qawîş tên serûbinkirin.”
Di encama raporê de jî hat xwestin ku girtiyên nexweş werin berdan û cezayê wan were taloqkirin. Her wiha di raporê de hat gotin divê zext û pêkanînên kêfî yên li ser girtiyan demildest bi dawî bibin.