NAVENDA NÛÇEYAN – Leşkerên artêşa Tirk a dagirker êşkence li 2 kolberan kir û di encamê de kolberê bavê 3 zarokan bi êşkenceyê hate qetil kirin. Kolberek jî li ser sînorê Başûr û Rojhilat di encama êrişa hêzên Îranê de birîndar bû.
Li gorî nûçeya Mezopotamya li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê kolberekî ku bazirganiya ser sînor dikir hatiye qetilkirin. Heman çavkaniyê ragihand ku kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Keçelano (35) û Behram Semedî duh sibehê li taxa Şecsicih a navçeya Wanê Çaldiranê hatine girtin û êşkece li wan hatiye kirin.
Ji ber êşkenceya leşkerên artêşa Tirk a dagirker dev û rûyê Semedî di nav xwînê de maye û laşê wî şîn û reş bûye, birînên kûr li laşê wî vebûne.
Kolberê dî Hesen Keçelano, bavê 3 zarokan ji ber êşkenceya ku lê hatî kirin jiyana xwe ji dest da. Semedî li gel cenazeyê Keçelano li ser sînor hate danîn.
Li gorî heman çavkaniyê xizmên kolberan xwînxwariya leşkerên Tirk piştrast kir. Yek ji xizmên kolberan got; “Piştî ku Semedî hatiye gund ew li gel leşkerên Îranê çûne cihê ku cenaze lê ye, leşkerên Îranê gotiye êşkence li wan hatiye kirin û li ser sînor bang li leşkerên Tirk kirine. Leşkerên Îranê ji leşkerên Tirk re gotine, ”Ji ber êşkenceya li cenaze hatiye kirin em nikarin cenaze bibin, ji hêla hiqûqî ve ji deriyê sînor derbas bikin.” Xizmê kolberan gotin ku li ser vê leşkerên Tirk cenaze birine.
Gundiyekî ku bûyî şahidê xwînxwariya leşkerê Tirk got ku leşkerên Qereqola Sedat Nezîh Ozok 2 kolberan birine.
Kolberek birîndar bû
Hêzên rejîma Îranê di navbera gundê Zelê ya Başûrê Kurdistan û gundê Nokan ya Rojhilatê Kurdistanê de, êrişî komek kolber kirin. Li gorî agahiyan, di encama êrişê de kolberek xelkê gundê Doletu ya ser bi Serdeştê, birîndar bûye. Li gorî agahiyên kolberê birîndar bûyî, li nexweşxaneya Qeladizê tê dermankirin.