BURSA – Parêzer Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 14’ê Adarê û vir ve ku îdîayên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete rojevê, bi daxwaza ‘hevdîtina lezgîn’ serlêdan têne kirin. Heta niha ne erênî ne jî neyînî bersiv ji van serlêdanan re nehatiye dayin.
Parêzeran piştî 8 salan yekemcar di 2’ê Gulana 2019’an de, herî dawî jî heman salê di 7’ê Tebaxê de karîbûn muwekîlê xwe bibînin.
Ji ber nerazîbûna li nava raya giştî, di 25’ê Adarê de bi rêya telefonê destûr hatibû dayin ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxive, lê ev axaftin jî piştî demeke kurt hatibû birîn.