KOBANÊ – Duh Kongreya Star “Konê Parastinê” li pêş mala ku rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûr ê kantona Kobanê, lê dima vegirt. Armanc ji vegirtina kon şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser vê malê ye ku di 16’ê vê mehê de pêk hatibû.
Kon bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hate xemilandin.
4 endamên Kongreya Star 24 saetan bi nobedarî li bin kon dimînin, da ku pabendî biryarên qedexeya derketina derve ya beşî ya li herêma Firatê ya ji ber vîrusa Koronayê hatiye ragihandin de, bin.
Endama Kongreya Star Edla Bekir ku nobet girtiye, êrişa li dijî mala rêber Abdulla Ocalan şermezar kir û wiha got: “Mala rêbertîli cem gelê herêmê xwedî girîngiyeke mezin e.”
Edla Bekir destnîşan kir ku ew ne tenê banga rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan dikin, di heman demê de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û azadiya tevahî gelên bindest dikin.
Edla Bekir bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku serî hilde û asta têkoşînê li dijî dewleta Tirk a dagirker bilind bike. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û teqez kir ku ew ê têkoşînê li hember êrişên dewleta Tirk bidomînin.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane ne, tevî wê jî balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî car caran êrişan pêk tînin, li gel van hemû sûcan Rûsya û civaka navneteweyî bê deng in.