NAVENDA NÛÇEYAN – Welatiyên Şengalê pêşiya artêşa Iraqê ya dixwest derbasî gundê Gir Zerik bibe girt, li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Şêniyên gundên derdorê jî bi armanca destekdayînê berê xwe dan Gir Zerik.
Artêşa Iraqê danê êvarê saet derdora 17.00’an de xwest derbasî gundê Gir Zerik ê dikeve başûr-rojavayê Şengalê bibe.
Li ser vê hewldanê, gelê gund derket ser rêya artêşa Iraqê û nehişt ku derbas bibe. Welatiyan ji rayedarên artêşê re diyar kirin ku li herêmê jixwe hêzên parastinê hene, lewma pêdivî bi hêzek zêdetir nîn e.
Welatiyên ku piraniya wan jin in û her diçe hejmara wan zêdetir dibe, rê li hatin û çûnê girt û dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Çalakiya ku tê de dirûşmeyên wekî, “Bijî berxwedana Şengalê” tên berzkirin, berdewam dike.
Li aliyê din şêniyên gundên derdorê jî bi armanca destekdayîna çalakiyê, berê xwe dan Gir Zerik.