NAVENDA NÛÇEYAN –
Şafak Aryen
Piştê wê jî her tim di aliyê min de Serokatî şopandin dihat çêkirin, dahûrandinên Serokatî pêşdiketin. Lê heman demê de di min de dilnerehetî jî hebû. Lê di rastiya xwe de emê peywendiyek çawa bi rastiya Serokatî re avabikin nezantiya wê hebû. Serokatî di min de vê ferq kiribû. Ji ber min di dahûrandinan de bi baldariyek mezin Serokatî guhdar dikir. Bawerim ez çawa fêm dikim di meyzekirinê min de dihat diyar kirin. Serokatî yek du caran ji hevalan re goti bû; “çima rêheval Şafak ji me şerm dike?” Heval ji min re gotin, birastî jî min şerm dikir ji ber sedemên ku min dan diyarkirin min ne dizanî ezê çawa nêz bibim. Piştê wê ez rojek erkdar bûm, Serokatî xwastibû. Birastî jî ji bo min giring bû ji ber minê di nêzde şahidî ji jiyana Serokatî re kiriba. Lê heman demê de di nava vê rastiyê de minê xwe li kuderê bicîh kiriba hebû. Di min de panîkek hatibû avakirin, ezê çawa av bidim Serokatî, ezê çawa pêre qisebikim û hwd. min ti carî ne dixwast ez ji rêzê jî nêzî Serokatî bibim. Li hember Serokatî jî di dilê min de heskirinek û rêzdayînek pir mezin jî hatibû avakirin. Min ji hevala keleka xwe re goti bû gava pêwîstiyek Serokatî çê bû tu biçe. Êvar bû min kar dikir ji bo pêwîstiyên Serokatî jî hevala keleka min ser disekinî. Balê Serokatî jî kîşandibû, ji xwe Serokatî jî ferq kiribû ku ez nêzî Serokatî nabim. Ber êvarî bû hevala keleka min çû pêwîstiyê xwe pêkbîne ez jî tenê mam. Ez di mutfaxê de rûniştibûm, Serokatî berderî re derbas bû, piştê ku derbasê odeya xwe bû gazî min kir. Ez çûm Serokatî lingê min meyzekir, min pêlavek kiribû ez qet pêwê derneketibûm ji derve qirêj ne bûbû. Serokatî lingê min meyzekir û xaliya xwe meyzekir got; “te çima xaliya min qirêj kiriye tu bi pêlavên xwe yên qirêj re hatiyî li ser xaliyê.” Min jî got; “Serokê min ne gengaze ez bim ji ber ez qet derbasê hûndir nebûm.” Serokatî cardin got; “ma qey tu şopên lingê xwe nabînî?” Cardin min got; “Serokê min ez nabînim?” Min jî ji xwe re got Serokatî ye ez bêdeng bûm. Serokatî got ; “biçe av bîne vir paqij bike?” Min jî çû av anî ez hatim ji bo ku paqij bikim, min ne dizanî li kuderê qirêj bûye Serokatî hat û min jê re got. Serokatî mirovek gelek dilnizm bû û cihê her tiştê dizanî, her wiha dizanî ku heval li çiya çawa kar jî dikin. Birastî jî Serokatî cihê paspas jî dizanî li kuderê ye, mirovek wisa bû. Cihê ku Serokatî gotibû min paqij dikir ez gelek teng jî bûbûm, Serokatî jî nûçe temaşe dikir û carna jî dibin çavan de li min meyze dikir. Min wê cihê jî ne dizanî lê min paqij kir û ez rabûm. Serokatî got; “tu yê çi bikî?” Min jî got Serokê min xilas bû ezê biçim.” Serokatî cardin got; “ma te li kuderê paqij kiriye, ne ew dere cihekê şaş te paqij kiriye. Dibin ew masê de qirêje te lingê xwe danî ye wir.”Maseyek wir hebû birastî jî kes ne diçû li wir, heval jî qet destê xwe ne didanê, ji xwe Serokatî jî derbasê li wir ne dibû. Min cardin got; “Serokê min kes wir bikarnayîne, ma ezê çawa derbasê bin masê bibim.” Min ne dizanî Serokatî çima wisa nêz dibe, ez kele girî bûbûm. Min her derê paqij kir lê heman demê de jî şil kiribû. Ez rabûm ser xwe min got; “Serokê min xilas bû ezê biçim.” Serokatî meyze kir û got; “heval te çima xaliyê min ewqasî şil kiriye?” Min jî got; “Serokatî got.” Ew dem Serokatî diyar kir; “ma te qet şop dîtin?” min cardin got; “ne Serokê min, min nedît.” Serokatî keniya û got; “min henek kiribû.” Serokatî xwast min rehet bike û bi ew aliyê xwe yê mirovî bide diyar kirin ku ez Serokekê ziwa, tenê talîmat dide û qut dike di kuje nînim. Ez mirovim ez dikarim henek jî bikim hûn hevalên minin, ez bi were jiyanek parvedikim, zimanê jiyanê gelek dewlemende, cûrên wê pirin vê fêrimin dikir. Birastî jî henekên Serokatî jî gelek fêrker bû. Ti carî ne dihat hişê min ku wê rojek Serokatî bi min re henek bike. Di hişê min de wisa bû ku, Serokatî otorîtere, talîmat dide em jî pêktînin û hwd. min aliyê wê yê mirovî ne didît.
Serokatî li ser jin dahûrandinan pêşxist, li ser kesayetiya min jî dahûrandinan kir. Piştê wê ez li hember Serokatî rehetirbûm, ya herê baş jî min êdî dikarî ez xwe îfade bikim, zimanê min vebûbû. Li hember min mirovek hebû lê mirovekê ku xwe avakiriye. Bi taybetî jî hevaltiya bi jin re jî gelek giring bû. Ji bo devra me ya perwerdê dahûrandinên Serokatî yên ku pêşdiketin jî wisa bû, yek di welat de gerîla û şer. Ew dem pêvajoyên salên 1997-1998 bû. Di şexsê Zekî de xeta nûkertî dihat dahurandin. Ango xeta ku li ser xeta şer pozber dikir. Di Serokatî de nêzîkatiyê birdozî berfirehtir girtina dest hebû. Di vê wateyê de nêzîkatiya ku azadiyê daxistina asta rastiyê pêşde bû. Rêbazê Serokatî yê ku vê dikir jî xwedisipart nêzîkatiya azadiya jin hên zêdetir kûr kirin ve girêdayî bû. Rastiya civaka nû disipart azadiya jinê. Her wiha hêza dînamîk ya têkoşînê jî bi jin re dida girêdan. Her çiqasî di devra me ya perwerdê de dahûrandinên şer hebe jî lê herê zêde dahûrandinên jin pêşdebûn. Ev gelek bi radîkal û di asta jor de dihat kirin. Ya rast jî di sala 1996’an de çalakiya heval Zîlan hebû, ji bo wê Serokatî dixwast li hember vê nêzîkatiyek bide raberkirin. Her wiha cardin bi xeta heval Zîlan ve girêdayî çalakiya heval Sema hebû di sala 1998’an de. Heval Sema jî dida diyar kirin ku bi Serokatî re hevaltiyek rast pêşxistin û helwesta xwe dayîna raber kirin û ev jî bi birdozî re dida diyar kirin. Serokatî ji bo bersiv bide van rêhevalane di azadî û birdoziya jin de zêdetir kûrbûyîn dida avakirin.
Serokatî di devra me de birdoziya rizgariya jin formîle kir. Ji xwe 8’ê Adarê sala 1998’an de birdoziya rizgariya jin îlan kir û diyarî tevahî jinan û hevalan kir. Serokatî bi lêhûrbûyînên xwe re, têkiliyên xwe yên bi hevalên jin re, ji pirsgirêka jin re birastî jî tevahî qalib û nêzîkatiyên pergala baviksalarî derbas kiribû. Di vê wateyê de sekna Serokatî li hember azadiyê û jin gelek bi cewherî bû. Ev li ser tevahî nêzîkatiyên Serokatî xwe dida diyarkirin. Di wê demê de daxuyaniyekê yê Merlîn Olbreyt hebû “pêşî li jina bixin.” Ruxmê ku bi xwe jî jin bû. Ji bo ku PKK’ê bê tesfiye kirin destpêkî de pêwîste jin hedef were girtin. Serokatî got; “pergal li ser dahûrandinên min yên ji bo jin fêm kir ku ezê wê bin bêxim. Ji bo vê jî we hedef digrin. Ji bo ku pergal bikaribe temenê xwe dirêj bike û xwe bide jiyankirin ji bo wê dibêje “pêşî li jina bixin.” Serokatî jî li hember vê got; “destpêkê jinan rizgar bikin.” Ew dem Serokatî gazî komekê hevalan kir, ez ne şaşbim em nêzî deh heval bûn. Serokatî ji me re got; “nêzîkatiyê min yê birdozî ê giştî wê ji bo jin jî rizgariyek bîne? Ya jî nêzîkatiyek xweser pêwîs dike?” Serokatî ew dem ji me re ne got ez ji bo birdoziya rizgariya jin formîlek difikirim. Pirsgirêka jin û yê azadiyê nîqaş kir. Di nava me de hevalekê xwedî ezmûn hebû. Ew heval got; “birdoziya PKK’ê azadiya giştî û di nava xwe de jî ya jin jî digre di nava xwe. Ji bo vê jî cuda nêzîkatiyekê din pêwîst nake.” Bêguman ev nêzîkatiyê dida diyar kirin ku em çiqasî perçelî nêzîkatî didin raberkirin li hember azadiyê û her wiha li ser meyzekirina reel sosyalîst xwe girtina destan bû. Cardin weke pirsgirêka civakê ne dîtin bû. Ji ber ku di nava rastiya civakekê ku jin ne hatibe rizgar kirin ne gengaze ku mirov azadiyê ji nû de avabike. Ji bo vê jî azadiya giştî ji bo jin ne dihat wateya azadiyê. Serokatî dixwazt vê me bide fêm kirin. Tevahî heval jî hevalên ku di nava têkoşînê de bûn û em hemû jî jin bûn. Em zêde ne diketin ferqa wê de. Piştê wê jî roja din Serokatî bernameyek amadekir ji bo televîzyonê tevahî hevalên jin jî beşdarbûn. Serokatî birdoziya rizgariya jin îlankir. Serokatî got; “rizgariya giştî ji bo jin nayê wateya rizgarkirinê, ji bo vê nêzîkatiyek xweser pêwîste.” Di vê wateyê de rêgezên wê yê bingehîn danî. Serokatî zarokê pergala dayîksalarî bû. Nêzîkatiyê wê li hember jin gelek stratejîk û diyarde bû. Ji demê Neolotîk heya roja me ya îro nêzîkatiyê herê pak û bi însaf li hember jin dide raber kirin û li ser esasê hevaltiyê Rêber APO bû. Li ser vê bingehê jî ji me re gelek bi wate hatibû û em gelek hestiyar bûbûn. Ewqasî jî di me de lêpirsîn da avakirin. Gava Serokatî wisa got jî tenê yek heval nêrînên xwe da û em hevalêndin jî bêdeng man. Çima em nikarin rizgariya xwe bi xwe formîle bikin û vê rastiyê jî nabînin. Lêpirsînên me yên bingehîn ew bû ku hişmendiyên pergala baviksalarî yê li ser me bandoriya xwe daye çêkirin, bi zanabûyîn penase kirin û hedefa azadiyê de biçûkbûyîna me mijarên bingehîn yên lêpirsînê bû. Serokatî herê zêde jin li ser nêzîkatiyê birdozî û nasnameya xwe ya jin bi hêzdikir.
Serokatî heman demê de bi hevalê jin re gelek aktîvîteyên civakî jî pêşdixist. Mînak bi hevalên jin re futbol di leyst û di got; “li vir zimanê şer cuda ye û di şer de yek enî nîne.” Serokatî vê li me dida fêr kirin. Ger ku em şerekê komple difikirin û milîtanekê komple difikirin û dixwazin xwe ava bikin weke jinekê pêwîste hûn tevahî eniya şer bizanibin. Her wiha gava Serokatî jin bi hêz dikir jî herê zêde li ser rêgeza rêxistinbûyînê disekinî. Di lêhûrbûyînê de em komekê heval bûn Serokatî bi rojane têkiliyên me di şopand. Yek di jin de rekabet, hesûdî û nêzîkatiyên ku hev tunedikin, Serokatî bi rojane vane di têkiliyên me de diceriband. Serokatî her tim ji me re di got; “ji hev heskirinê fêr bibin, yekbûyîn ji bo we hêz avadike.” Ji bo wê Serokatî di devreyên lêhûrbûyînê de me li me dida naskirin. Cardin Serokatî gelek dixwast em bi xweza û sewalan re pêywendiyê daynin. Ji xwe cihê lehûrbûyînê de sewalên me jî hebûn. Di nêzîkatiyê Serokatî de mirov û sewal bitunbûn.
Dê bidome…