NAVENDA NÛÇEYAN –
Şafak Aryen
Ez rojekê li gel kevokan bûm Serokatî jî hat û pêwîste ez çawa bi kevokan re pêywendiyê daynim fêrî me dikir. Piştê ku Serokatî çû, min jî xwast ez kevokek bigrim û jê hes bikim lê gava ez ketim pey min kurya wê qetand. Serokatî jî pê hesiya bû, ji bo vê mijarê bê ku min bişkine lê li ser nêzîkatiyên me yê li hember xwezayê û sewalan da diyar kirin. Em çiqasî ji xweza û sewalan durin pêwîste hevaltiyek rast were avakirin.
Rexneyê Serokatî yê bingehîn ji bo gerîla ew bû ku; “we perçeyek axa azad avanekir.” Ji ber ew kêlî pêwîstiyê wê bû lê me pêkne anîbû. Me vê ji bo Rêber APO pêkne anîbû. Serokatî rexne dikir lê kêleka vê jî gerîla fêm dikir. Hezkirinekê ku nayê pênase kirin li hember gerîla jiyan dikir. Ew dem jî komplo bi her awayî pêşdiket Serokatî her tim fikrê wê li ser gerîla bû ji bo wê her tim di got; “gelo niha heval çi dikin?” Di wê demê de li çiya amadekartiyên kongreya 6. destpêkiribû. Serokatî tevahî jiyana xwe bi hevalan re jiyan dikir. Mînak gava hewa nexweş dibû, gava xwarinek bixwariba, her wiha gava komplo destpêkir jî fikrê wê her tim li ser gerîla bû. Serokatî her tim di got; “gadên ku gerîla tê cîh digrin pêwîste baş were parastin.” Gava heval şehîd diketin jî Serokatî her tim vê difikirî gelo ew heval çawa şehîd ketiye, heval gel hebûn an ne, di wê kêliyê de ew heval çi hiskiriye, li hember neyar helwestê wê çawa bû, di şêwazê wê de çi şaşitî hebû ku ew heval bi şahadetê re rû bi rû maye. Kêliya şahadeta hevalan di Serokatî de his kirin di pêşde bû. Peywendiyê Serokatî bi gerîla re, his kirina wê gelek stratejîk bû. Di dema komployê de ev gelek dihat jiyan kirin ji ber Serokatî di got; “ez û hevalên min tê hedef girtin.” Ew pêvajo gelek me teng dikir ji bo wê me ewlehiyê Serokatî gelek kûr digirt. Ji ber wê rewşê jî Serokatî ne dikarî zêde derbikeve ji derve. Serokatî li hember vê gelek bi tedbîr tevdigeriya. Tenê Serokatî di wê malê de parastin zêdetir mirov bikaribe berfirehtir bi fikire ew jî giring bû lê kêm dima. Serokatî jî dixwast di me de nêzîkatiyekê hên berfirehtir pêşbêxe. Serokatî gelek dixwast em têkiliya di navbera azadiya jin de û komplo baş bizanibin. Di nava ewqasî tevlêhêviyê de me qet ne dixwast em jî malê derbikevin lê Serokatî ez jî di nav de em çend hevalan rêkirin Palmîra. Ji bo vê jî Serokatî got; “biçin werin emê bi hevre li ser dîrokê nîqaş bikin.” Me jî got em naçin, gava me wisa got, Serokatî jî ji bo vê got; “ger îro ev êriş li ser min tê kirin sedemê wê ewe ku ez we bi dîroka were didim naskirine, ji ber azadî bi zanabûyîna we ya li hember dîroka we ya hatiye winda kirin re pêşdikeve. Ji bo wê jî biçin dîroka xwe lêkolîn bikin werin em bi hevre nîqaş bikin.” Serokatî her tim di got tiştên ku em di vê kêliyê de û demê de avabikin û destbêxin evê pêşeroj avabike. Em çûn gava êvarê jî em hatin Serokatî bi me re Zanûbye û dîrokê nîqaş kir şert û mercên îro re da girêdan. Komplo her ku diçû kûrtir di bû Serokatî di kete lêgerînê de gelo ez çibikim kîjan rêyê bi kar bînim wê rastir bibe. Ew dem Serokatî xweynek dîtibû, ya rast gava Serokatî di raza jî hişê wê ne diraza ewqasî bihişyar tevdigeriya. Rojekê Serokatî hate gel me û pirskir kî şêvadin xweyn dît? Hevalek ciwan hebû ew xweyna xwe got, xweyna wê jî bi lêhûrbûyînên wê re girêdayî bû Serokatî dahûrandin kir em jî keniyan derbas bû. Piştê wê Serokatî gala xweyna xwe kir û got; “di xaniyê lêhûrbûyînê de her hevalek bexçeyê wê hebû di wê baxçê de jî kulibek hebû di biriqiya lê min meyzedikir ku hûn ne derdorê minin û min jî gotiye ka ez vê kulubê meyze bikim dikevim tê de hûndirê wê gelek tarî bû ew tarîtî jî di min de stres avadikir gava min dixwast ez derbikevim jî ew derî dihate girtin. Gava derî dihate girtin min di got ne gengaze ku ez xeteyek wisa bikim ji bo wê min gazî we dikir. Ew dem ez bi wê qîra xwe re şiyar di bûm.” Serokatî komplo xweyna xwe de dîtibû. Ev jî hêza Serokatî yê pêşerojê dîtin bû. Ew dem jî dewleta Tirk di televîzyona de dîmenên gelek hov dida em jî gelek ditirsiyan ku tiştek li ser Serokatî pêk were. Serokatî jî got îhtîmalekê ku xweyna min Awropa ye, ji ber gelek stêrk û tiştên ku dibirîqîn hebû ev jî kemîne. Ji bo wê jî hişê min jî bi vê xweynê re hişyariyek li min kir.” Xewyna Serokatî pêk hat, birastî jî tenê bû tu heval ne li gel bûn. Birastî jî Serokatî xewyna azadiyê jî dît, goti bû; “min xewn dîtiye em bi zarokan re li ser surên Amedê bûn.” Ez di wê hêvî û baweriyê de me ku wê ev jî pêk were. Piştê wê Serokatî biryar da wê derketiba, wê şevê bi me re dahûrandinê xwe yê dawî kir. Ji me re got; “hûn weke jin cara yekeme derfetê azadiyê digrin ez we di rê de na hêlim. Dixwazin min çarmixê bidin ev bi çi awayî be nizanim lê çi dibe bila bibe ez carekê din we mehkûme raboriyê nakim. Min rêxistinek daye we çi ji min were jî bi vê zanabûyîna rêxistinê re baskê we heye hûnê bifirin.”
Serokatî ji me pirs kir got; “ger ez bikevim destê neyar de wê çi ji min bikin?” Bersiva vê pirsê dayîn di aliyê me de zehmet bû. Serokatî cardin got; “ez weke we nafikrim hûn min nasnakin, lê neyar zêdetir min nas dike ger ku ez bikevim destê neyar de cezayê herê mezin bidim min ewe ku min ji mirovan qut bikin. Ji ber ez bi enerjiya mirovan re jiyan dikim. Xebatê min yê bingehîn mirovin, hebûna mirovan di aliyê min de mijara herê bingehîne.” Hêza Serokatî ya neyar nas kirin, ne tenê neyar tevahî mirovan naskirin gelek pêşdebû. Birastî jî wisa li Serokatî kirin. Bêguman aliyê hestî de em gelek tijî bûbûn. Gava Serokatî derbasê cihê xwe yê razanê bû jî berê xwe da hevala û tiliyên xwe rakirin û got; “ne qehrin, ne qehrin emê vê jî derbas bikin ezê we rizgar bikim.” Ji xwe Serokatî siharê derket xatirê xwe ji me xwast, planlemeyekê ji bo deh rojan ji me re kir. serokatî di got; “ger ku li ser navî tevahiyan bedelekê we re dayîn ez bim ezê bidim lê hûnê azad jiyan bikin.” Ji xwe ev vegotina Serokatî me gelek giryandibû. Serokatî his kiribû ku emê carekê din hev nebînin. Serokatî li hember hêz û hişmendiyên komploger rastiya mirovan bilindkirin, xwe rêxistin kirin û bi hêz kirin û êşên xwe derbasê tolgirtinê kirin Serokatî di got esasê min eve. Serokatî bi vê awayî jî berbi pêşerojê ve çû. Weke şexs jî encamên ku min di wê pêvajoyê de jî girtibû ev bû. Me di sê xalan de winda kiribû, di navbera mirovan de qutbûyînek hebû, mirov xwe li ser mirovan re di dît, lê Serokatî me bi me dida naskirin, weke jin di me de yek bûyîn û rêxistinbûyîn avakir. Tevahî qutbûyînên ku me li hember cewherê xwe jiyan dikir Serokatî jî di me de li ser bingehekê hevaltiyekê rast yekbûyînek dida avakirin.